From Wikipedia, the free encyclopedia
Hemîdiye yan hengên Hemîdiyeyê yan jî leşkerê Hemîdî (bi Romî: Hamidiye Hafif Süvari Alaylari), yekîneyên osmanî yên nîvsiwarî, di forma hengan de hatibûn avakirin bû. Hengên Hemidiye ji gelek eşîrên kurdan bi awayekî bênîzam hatibûn ava kirin. Avakerên hengên Hemidiye Ebdulhemîd II, Mehmed Şakir Paşa û Mehmed Zeki Paşa bûn.[1]. Her wisa hêjayî gotinê ye ku şêwirmendên li sala 1885ê fikirîbûn û li ser dixebitîn[2]. Her wisa divê em lêzêde bikin ku Mehmed Şakir Paşa li salên 1878-1879an balyozê Osmaniyan bû li Rûsî. Jixwe Hengên Qazaxan modela çêkirina Hengên Hemidiyeyê bû. Siltan Ebdilhemîd berî avakirina van hengan serokeşîrên kurd xelat dikirin û xwe nêzîk nîşanî kurdan dida. Propagende dikir li nav kurdan. Xwe wek Bavê kurdan dida nasîn, her wisa li nav arnewûtan de jî wek hevwate baba mbret xwe dida nasîn.
Piştî sedsala 19ê li nav Osmaniyan hewlên guherîna sîstema Osmanî hatiye kirin. Navendxwazî li nav siyaseta Osmaniyan peyda bû. Ev yek bû sedema dawîhatina mîrektiyên kurdan. Osmaniyan li seranserê Kurdistanê hewla rûxandina sîstema otonom ya mîrên kurdan kir. Piştî Bedirxan Beg êrîş bir ser nestorîyan, ji bo Osmaniyan hincetek xweş hatiye pê. Her wisa dewletên Ewropiyan jî ev yek dixwast ku Osmanî xelkên mesihî li dijî kurdan biparêze.
Her wisa Siltan Ebdulmecîd li sala 1840an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku girêdayî Osmaniyan li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn.
Mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Piştî jiholêrabûna mîrektiyan valahiyeke siyasî û leşkerî li deverê peyda bû. Hêza serokeşîran li deverê zêde dibû û her serokeşîr bi serê xwe kar dikirin. Ev jî dibû sedema xerabûna rewşa Kurdistanê û Osmaniyan.
Li Kurdistanê bi serkêşiya serokeşîr û şêxan li dijî Osmaniyan serhildan hatin destpê kirin. Her wisa hêzên ermenî jî li dijî Osmaniyan dest bi çalakiyan dikirin. Dewleta Osmanî mecbûr ma ku guherînên radîkal li herêmê çê bike.
Li sala 1878ê di navbera Osmaniyan da û Rûsan de Peymana Berlînê hatiye destnîşan kirin. Di encamê de biryar hatiye girtin ku divê ermenên deverê werin parastin ji layê çerkez û kurdan. Ev jî bû sedem ku eşîrên kurd li dijî rûsan, piştgiriya osmaniyan bikin [3]
Di çiriya paşîn a sala 1890ê de nêzî 12 serokeşîrên ji aliyê Siltanê Osmaniyan hatin vexwendin bo paytextê Osmaniyan Stembolê. Li wir têkiliyeke xurt hatiye destpê kirin[4]. Ev serokeşîrên bi awayekê wek zabitên artêşa Osmaniyan hatin nîşane kirin û vegerîn Kurdistanê. Li Kurdistanê dest bi komkirina leşkeran kirin.
Berî ku hengên Hemîdiye tê avakirin li Rûsyayê hengên Qazaxan hebû. Modela leşkerî ya Rûsan bû ku dixwast bi van hengan merzên dewleta xwe biparêze. Dîplomatên Osmaniyan jî li ser vê difikirin ku ew jî dikarin li merzê Îran û Rûsan hengên wiha damezrînin.
Li sala 1891ê Sultanê Osmaniyan Ebdulhemîd II bi navê Hengên nîvsiwarî yên Hemîdiyeyê komeke çekdarî ji eşîrên Kurd ava kir û hinek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê. Bi 36 hengan ev artêş tê ava kirin. Osmaniyan hem meaş dida van hem jî ji bacê miaf digirt. Derfetên serokeşîr û leşkerên Hemîdiye her roja diçû zêde dibûn. Li sala 1892yê de 40, 1893ê de 56, 1899ê de jî 63 heng hatin ava kirin[5].
Di dema komkûjiya yekem ya li dijî Ermeniyan(1894) Lîwaya Hemîdiyê alikariya Osmaniyan kiribûn.
Li sala 1908ê Jontirkan şoreşek pêkanî. Jontirkan xwest ku hêzên Hemîdiyeyê belav bikin lê piştî demek din Jontirkan zanî ku ji bo parastina Rojhilatê Anatolyayê ev hêzên han hewce bûn. Ji ber wê,Mehmûd Şevket Paşa ev hêzên han wek Hengên Eşîran dîsa saz kirin û lê hejmara wan tenê sê heng bûn. Di gelek şeran de alîkariya Jontirkan dikirin. Her wisa gelek serokeşîr jî dilgirtiyên Siltan Ebdulhemîd bûn ku li dijî Jontirkan şer dikirin.
Hengên Hemîdiyeyê ji serokê van hengan û ji serokeşîran dihate pê. Serleşkerê van hengan Mehmed Zeki Paşa bû û 20 salan serokatiya vê pêkhateyê kir. Hengên Hemîdiyeyê girêdayî Arteşa 4ê bûn ku navenda wê li bajarê Ezirganê bû.
Eşîrên Hemîdiyeyê bi giştî du kom bûn. Komeke van eşîran li navbera Wan û Erzeromê xebat dikirin. Koma din jî li navbera Mêrdîn û Rihayê xebat dikir. Eşîrên Mil bi serokatiya Îbrahîm Paşa xebat dikir. Eşîrên Zil jî bi serokatiya Hisên Paşa xebat dikir. [6]
Navê eşîrê | Herêm | Hejmara Hengan |
---|---|---|
Cibran | Mûş, Kop, Gimgim, Xinûs | 4 |
Hesenan | Milazgir, Xinûs | 6 |
Zirkan | Xinûs | 2 |
Mîlan | Wêranşar | 5 |
Qerekeçilî | Riha | 1 |
Berazî | Sirûc | 2 |
Navê eşîrê | Herêm | Hejmara Hengan |
---|---|---|
Selîm Axayê Zîlanî | Agirî | 4 |
Heyderan | Bêgirî, Wan, Panos | 5 |
Ademan | Agirî | 1 |
Tokaryan | Agirî | 1 |
Zîlan | Agirî | 2 |
Celalî | Agirî | 1 |
Sipkan | Zêtka, Qereyazî, Xinûs | 2 |
Hinek têbînî;
Hengên Hemîdiyeyê ji 65 hengan pêk dihat. Lê li gor hinek lêkolîneran ihtimal heye ku 66 jî bin[13]. Ji avabûnê hêdî hêdî jimara van hengan zêde bû heta ku sala 1900an gihişte jimara zêdetirîn ku 65 an jî 66 heng bûn. Heng bi giştî ji kurdan pêk dihat lê sê-çar hengên ereb û qerepapaqan jî hebûn.
Hengên Hemîdiyeyê li sala 1908ê bi îlamkirina meşrûtiyetê ji aliyê Îtihad û Teraqî ve hatiye veguhezandin. Navê hengên Hemidiyeyê hatiye guherandin, li şûna wan Hengên eşîran hatiye ava kirin. Îtihad û Teraqiyê nexwast vê pêkhateyê ji holê rake, tenê xwest têkiliya vê pêkhateyê bi Siltan Ebdulhemîd bibire. Serokê hengan Zekî Paşa ji kar hatiye dûr xistin. Ferîq Ehmed Paşa hem bû serleşkerê artêşa 4ê hem jî hengên eşîran. Armanca Îtihad û Teraqî jî wek Siltan Ebduhemîd bû ku miletê kurd di bin kontrola xwe de bihêle.
Hengên Hemîdiyeyê li ser civaka kurdan guherînên mezin çêkirin. Hem serokeşîrtî di nav kurdan de ma û hem jî rêya pêşveçûna miletê kurd girt. endamên eşîran jî ji ber miafbûnên leşkeriya mecbûrî û nedana bacê tevlî vir dibûn. Di nav kurdan civakeke taybet hatiye ava kirin û paşeroja kurdan bi vî awayî ket bin destê tirkan.
Her wiha ji bo perwerdehiya zarokên serokeşîrên ernewût, ereb û kurdan jî 21 îlona 1892yê de li Stembolê Dibistanên Eşîran hatiye vekirin.
Wekî tîm û cerdevanên îro, arteşekî taybetî, ji hin beg, axa û serokên êlên Kurd damezirandi bû. Pirraniya eşîrên kurdan daxwaza tevlîbûna van alayan napejirînin.
Tirk di sala 1914 -1915an de rûreşiyeke mezin a di dîroka mirovahiyê de pêk tînin. Komkujiya ermeniyan dikin. Bi qasî 1,5 mîlyon ermenî qirdikin, dest didin ser dewlemendiyê wan. Hinek eşîrên kurd jî bi saya serokên xwe tevlî tevlîkujiyê dibin.
Gotina hin dîroknasên tirk a Hengên Hemîdiyeyê bi tevayî tevlî tevkujiya filehan bûn û alîkariya me kirin, ne rast e. Lewra di sala 1908an de Hengên Hemîdiyeyê hatin belavkirin. Dîsa ew yekîneyên ku Mehmûd Şewket Paşa damezrandîbûn jî bi têkçûyîna osmaniyan û dagirkirina serkeftiyên şerê cîhanê yê yekem, bi serê xwe ve mabûn. Tirk dixwazin vê rûreşiya xwe bikin para kurdan jî.
Tê zanîn ku di heman demê de bi sed hezaran Kurd ên êzîdî, asûrî, yewanên Pontûsê hatine qirrkirin û koçberkirin. Pirraniya Kurd ên li Sovyeta berê ji ber tevkujiya dûgela Tirk reviyane ji Bakurê Kurdistanê çûne. Dîsa dinya dizane hin eşîrên Kurdan di nîjadkujiyê de alîkarî dane filehan. Serhildana Dêrsimê de, Seyîd Riza 30.000 Ermenî ji ber terteleyê parastiye.
Kurên Bedirxanê Evdalxan li ser vê babetê gelek rexne li hengan dikirin. Ebdurehman Beg û Mîkdat Mîthad Beg di rojnameya Kurdistanê de hengên Hemîdiyeyê gelek rexne dikirin ku hemû istiqrar û hizûra Kurdistanê xerab kirin. Endamê Îtihad û Teraqî jî ku bixwe kurd e Evdila Cewdetê Daskûzayî di nivîsarên xwe de hebûna hengên Hemîdiyeyê mehkûm dikir û bi xerabî behsa hengan dikir. Seddema destpêkirina şerê kurd û ermen girêdide vir[18]
Dîplomatekê ingilîz li ser pêkhateya Hemidiye wiha dibêje;
“ | Kurdan derfetên hengên Hemidiye heta dawî bikartîna, ji gelek qanûnan mief bûn. Lê wek din ji bilî bikaranîna derfetên leşkeriya hengên Hemidiyeyê, guhê xwe nedidan ti tiştî, ji bo pêkanîna armancên xwe dixebitin, rihê neteweperweriya kurdî pêşve xistin. | ” |
— Janet Klein, Hamidiye Alayları: İmparatorluğun Sınır Boyları ve Kürt Aşiretleri |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.