Hîdroelektrîk
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hîdroelektrîk, cureyekê wizeyê ye ku bingeha xwe ji tevgera avê digire. Ji bo çêbûna wê, li ser çemekî bendavek tê çêkirin. Wexta ku av tê serbestberdan, pestoya mezin ya di paşiya bendavê de, avê ber bi boriya ku tê de turbîn heye, tehm dide. Ev jî dibe sedema zivirandina turbînê ku jeneratorê diçerixîne. Bi vî awayî jî jenerator enerjiya tevgerê diguherîne enerjiya elektrîkê.
Ev azîneya enerjiya tênûkirin, nêzîkî çaryeka elektrîka cîhanê pêk tîne. Ew ji makîneyên hilmî kêmtir qirêjî derdixe holê. Cihine wekî Norwêc û Quebec, piraniya elektrîkên xwe bi vî awayî hildiberînin.