![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/4b/Lightning3.jpg/640px-Lightning3.jpg&w=640&q=50)
Elektrîk
From Wikipedia, the free encyclopedia
Elektrîk (an kareba an jî kehreb) têgiha jorîn ji bo hemû diyardeyên sedemên wan di barên elektrîkyên rawestî an barên hatine livîn[ferhengok 1] û warên wan ên kehrebar û manyetîk e. Barkêşên barên kehrebar elektron bi neyînî, proton û îyon bi erênî hatine barkirin in. Barên wekhev hev û du didefînin û yên cihê hev û du dikşînin. Ji bo sedema hêzên bandorgewrîn kehreb wek wizekêş pir girîng e. Barên kehrebê kaniya warê kehrebar, barên hatine livîn kaniya warên manyetîk in. Pêlên kehrebar, wek ronî, bandora li ser warê kehrebar in û piştî afirandina wan ji barkêşan serbixwe (wek foton) di mekan de dikarin xwe biweşînin, ango bilivin, bandorgewrîna wan bi bûje jî heye.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/4b/Lightning3.jpg/640px-Lightning3.jpg)