Hêrodotos, Hêrodot an jî Hêrodotê Halîkarnasosî (bi yewnaniya kevn: Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς, lat. Herodotos Halikarnāsseús "Hêrodotosê Halîkarnasosî"; bi latînî: Herodotus), (rawejî 484 b.z.), m. (425 b.z.) dîroknas û nivîskarek yewnanî bû. Qasî ku tê zanîn Hêrodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye "Bavê Dîrokê". Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Hêrodot tê naskirin.
| |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | c. 484 b.z. |
Mirin | c. 425 b.z. Thurii |
Hevwelatî | Halicarnassus |
Pîşe | |
Xebat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyan
Hêrodotos li Halîkarnasosê, Bodruma îro li Tirkiyeyê, hatiye dinê. Li gorî ensîklopediya bîzansî ya Sûda (Souda), li ser Dîrokê, wî hewldaye hikûmeta stemkar bide erdê, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, ew çû Girava Samosê xwe li wir veşart. Paşê ew derkete gerekê û çû welatên farisan, Misir, Babîl, Ûkrayna, Îtalya, Sîcîlya, Atînayê. Ew careke din venegeriya Halikarnasosê. Dema çûyî Atînayê wî bi kesên mezinên wê demê re pêwendiyên xurt danîn û di nav van kesan de Sofokles û Perîkles jî hebûn. Di nêzikê dawiya jiyana xwe de di bajarê Thuriumê niştecih bû. Ji sedema pîrbûne nekarî edî ji Thuriumê derkeve, li wir dimire. Di pirtûka xwe hindik jî be behsa Şerê Peloponêsî dike.[1] Ji ber vê yekê tê texmin kirin ku ew di sema destekli vê şerê, di sala b.z. 425 de miriye.
Pirtûk
Hêrodotos pirtûkekê li ser dîrokê û gerên xwe bi nave Dîroka nivisand. Ev pirtûk para bêhtir li ser împeratoriya Farisan, Misira kevnare, Med û jiyana rojane ya gelên wî dîtî bû.
Binêre
Çend gotinên wî
“ | Qederka mirov heye û dimire û ji bo we hişên xwe jî hene. | ” |
“ | Kesî wekê bêhiş tune ko, ew şûna aşitiye cengê helbijire. Oudeis gar huto anoétos esti, ostis polemon pro eirénés hairëetai. |
” |
“ | Di aşitiyê de zarok bavên xwe gorî dikin, di cengê de jî bav zarokên xwe gorî dikin. | ” |
“ | Misir Nîl e û Nîl jî Misir e. | ” |
Çavkanî
Girêdanên derve
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.