![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/6a/Gaumata_portrait_on_the_Behistun_inscription.jpg/640px-Gaumata_portrait_on_the_Behistun_inscription.jpg&w=640&q=50)
Gomada
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gomada[1] an jî Gaumāta[2] (bi farsiya kevn: 𐎥𐎢𐎶𐎠𐎫, lat. Gaumāta bi tîpên li nivîskên Bêstûnê) serhildêrekî medî bû ku bixwe ji êla magiyan bû. Di sala 522yên berî zayînê de piştî serhildana (destpêka serhildanê : 11ê adarê) xwe demekê dibe desthilatdarê Împeratoriya Hexamenişî. Di 29ê îlonê de, serhildana wî bi alîkariya generalên (Vîdafarna, Gobriyas, Vîdarna) Daryûs I hatiye şikandin. Piştî ku Daryûs Gomada dîl girtiye, ew daye kuştin û ji bo ku ti kes mîna wî serî hilnede, li Bêstûnê li ser zinarekî wêneyê Gomada yê ku li bin lingên Dara mîna êsîrekî ye hatiye xêzkirin. Gelek magiyên ku parêzvanên dînê Zerdeşt bûn ji aliyê Dara ve hatine kuştin û şikandina serhildana Gomada weke cejnê hatiye îlankirin. Navê vê cejnê Begadayîş[2] (ev nav ji heyva ku Gomada tê de têkçûyî tê) an jî li gorî Hêrodotos Mogudayis (tê wateya kuştina magiyan) bû. Her sal di vê rojê de magî nikarîbûn derkevin derve ji ber ku heke derketibana wê hatibana kuştin.
Gomada | |
---|---|
![]() Bêstûn: Wêneyê herî mezin ê Dara ye, li bin lingê wî Gomada li erdê ye | |
Jidayikbûn | Sedsala 6an b.z. ![]() |
Mirin | 522 b.z. ![]() Pasargadae ![]() |
Sedema mirinê | Stab wound ![]() |
Pîşe | |
Meqam | |
Hevjîn | |
Dê û bav |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/bd/Behistun_Inscription_Eger.png/640px-Behistun_Inscription_Eger.png)