Gola Mirî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gola Mirî[1], Behra Mirî[2] yan Gola Lûtê[3][4] yan jî Deryaya Xwiyê[çavkanî hewce ye] (bi yewnanî: Νεκρή Θάλασσα, Nekrí Thálassa "Behra Mirî"; bi latînî: Mare Mortuum "Behra Mirî"; bi erebî: البحر الميت, al-Bahr al-Mayyit "Behra Mirî"; bi îbrî: יָם הַמֶּלַח, Yām Ha-Melaḥ "Behra Xwiyê"), deryaçeyeke di navbera Urdun û Îsraêlê de ye. Rûyê deryaçeyê û kenarên wê 422 metran li jêr asta deryayê de ne û ji ber wê yekê mîna nizmtirîn bejên cîhanê tên hejmarkirin. Gola Mirî 378 metran kûr e û bi swîrahiya xweya 33,7% swîrtirîn ava cîhanê ye.