![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/ff/Juletr%25C3%25A6et.jpg/640px-Juletr%25C3%25A6et.jpg&w=640&q=50)
Gaxand
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gaxand[1], Gaxend[2], Gaxan an Gaxonî[3] an jî Noel her sal ji aliyê xiristiyanan ve di 25ê kanûna pêşîn tê pîroz kirin. Pîrozbahî êvara 24ê kanûna pêşîn dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26ê kanûna pêşîn didomê. Dêra ermeniyan û ortodoksan li gorî salnameya Julianî roja 7ê kanûna paşîn dest bi pîrozkirina gaxendê dikin. Sedema pîrozkirina cuda, keşeyê katolîk Papa Gregorê XIII di sedsala 16an de salnameya Julianî de guhertin çêkir û salnameya Gregorî pêk anî. Dêrên ortodoks ên ku di 7ê kanûna paşîn de dest bi pîrozbahiyan dikin wê di 2100î de ji 8ê kanûna paşîn dest bi pîrozbahiyan bikin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/ff/Juletr%C3%A6et.jpg/320px-Juletr%C3%A6et.jpg)
Noel di xiristiyaniyê de mîna rojbûna Îsa tê pîrozkirin.
Dara Gaxendê navê dara çamêye ku di pîrozbahiyên gaxendê de bi gelek cure rahnik û xemlan tê xemilandin.
Kalgaxend kalê mîtolojîke ku tê bawerkirin di Noelê de bi erebeya xwe ya ku ji aliyê xezalan ve tê kişandin û ji mirovan re xelatan tîne.