Fêrgîn Melîk Aykoç
From Wikipedia, the free encyclopedia
Fêrgîn Melîk Aykoç nivîskarê kurd e.
Aykoç di meha 12 a 1951'ê de li gundê navçeya Baskan Gimgim ê tê dinê. Ji ber ku kalikê wî bi destê leşkerên Tirk hatî bû kuştin, bavê wî sêwî dimîne, bi diya ji xwe rê ji Depê diçe Gimgimê. Li wir şivanî û xulamî dike. Jiwê zaroktiya Fêrgîn di nav belengazî de derbaz dibe. Fêrgîn Melîk Aykoç bi erdheja ji Gimgimê rê di dibîstanên internat de dixwêne. Sala 1972an de dest bi mamostetî dike. Di sala 1980'î de tê girtin û 17 roj di êşkencê de dimîne. Li pey tê berdan, mamostetî ji destê ji dest wî tê girtin. Neçar dimîne, derdikeve, tê Elmanyayê. Bi salan di warê polîtîkayê de bi çalakî dixebite. Di van salan de giraniya xwe dide ziman. Cara yekem di kovara Rewşen de gotarekî bi sernivîsa Têgînên Zimanê Kurdî dinivîse. Di gin konferensên ziman de gotarên li ser zaravayên Kurdî pêşkêş dike.