şanoger, şanonivîs û çalakvana siyasî ya îtalî From Wikipedia, the free encyclopedia
Franca Rame (jdb. 18'ê tîrmehê 1928 – m. 29'ê gulanê 2013) aktrîsa tiyatroyê, şanonivîs û çalakvana siyasî ya îtalî ye. Ew hevjîna derhêner û nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê, Dario Fo bû. Franca dayika nivîskarê îtalî Jacopo Fo bû.
Franca Rame | |
---|---|
Jidayikbûn | 18ê tîrmeha 1928an |
Mirin | 29ê gulana 2013an (84 salî) Mîlano |
Sedema mirinê | Stroke (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | monumental cemetery of Milan |
Hevwelatî | Îtalî |
Pîşe | |
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Hevjîn |
|
Zarok | |
Dê û bav | |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Franca Rame di sala 1928an de li bajarê Parabiago a Îtalyayê ji dayik bû.[1] Malbata wê xwediyê kevneşopiyeke demdirêj bû û ew jî cara yekem di sala 1951'ê de derkete ser dikê. Piştî demeke kurt wê Dario Fo nas kir û di sala 1954an de pê re zewicî. Piştî salekê kurê wan Jacopo Fo çêbû. Di 1958an şirketa bi navê Dario Fo–Franca Rame ya şanoyê li Mîlanê ava kirin. Dario Fo weke derhêner û nivîskar, Franca jî weke aktrîs û rêveber kar dikir.[2]
Ew di jiyana xwe de di gelek lîstikan de lîst. Di 1970'yî de wê dest bi nivîsandina lîstikên şanoyê kir. Ew di heman demê de çalakvanek bû ku di Alîkariya Sor (Soccorso Rosso) a îtalî de dixebitî. Wê ji bo girtî û malbatên wan name û pirtûk peyda dikirin û têkiliya di navbera wan de pêk dianî.[3]
Di sala 1973'yan de faşîstan êrîşî wê kir. Tecawizî wê kirin, lê dan, laşê wê bi agir çixareyan şewitandin û bi makîneya qusandinê ew brîndarkirin, piştre avêtine parkekê. Piştî du heyvan ew bi şanoya li dijî faşîstan derkete dikê. Franca di 1967an de bûbû endama Partiya Komunîst a Îtalî (CPI). Ew endama senatoya îtalî bû ku tevgera çepgirên navendî (IDV - Italia dei Valori) temsîl dikir. Di sala 2008an de ji vê tevgerê veqetiya. Ji sala 2010an ve ew û hevjînê xwe endamên serbixwe yên Partiya Vesazkirinê ya Komunîst (PRC - Partito della Rifondazione Comunista) bûn.
Franca di 84 saliya xwe de, di sala 2013an de çû ser dilovaniya xwe.[1]
Franca û mêrê xwe dostên kurd û Kurdistanê bûn.[4] Gelek caran ji bo mafê kurdan ketiye nav hewldanan. Wê û hevjînê xwe di sala 1997an de ji bo piştgiriyê, nameya li jêr ji bo Trena Aştiyê ya Musa Anter şand.[5][6]
“ | Kurdistan dijî. Ev bêhtirî 70 salan e ji aliyê hêzên ewropî ve hate înkarkirin, parçekirin û mêtin; ev bi awayekî aşkere ji aliyê İsmail Beşikçi ve hate belgekirin û lewma ew hate girtin. Kurdistan dijî. Ew xwediya zimanê xwe, çanda xwe û dîroka xwe ye; ev bi awayekî aşkere ji aliyê Leyla Zana ve hate danasîn, lewma 15 sal hikmê cezayê girtîgehê li wê hate birîn.
|
” |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.