2em serokwezîrê Tirkiyeyê From Wikipedia, the free encyclopedia
Ali Fethi Okyar (jdb. 29ê nîsana 1880an - m. 7ê gulana 1943an) dîplomat û siyasetmedarekî tirk bû ku di deh salên dawî yên Împeratoriya Osmanî de efserî, leşkerî û dîplomatî kiriye. Okyar piştî Mustafa Kemalî bûye duyem serokwezîrê Tirkiyeyê (1924-1925) û serokê duyem ê meclîsa Tirkiyeyê.
Fethi Okyar | |
---|---|
2em Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
Wezîfedarî 22 November 1924 – 3 March 1925 | |
Serokdewlet | Mustafa Kemal Atatürk |
Berê | İsmet İnönü |
Paşê | İsmet İnönü |
4em Serokwezîrê Tirkiyeyê | |
Wezîfedarî 14 August 1923 – 27 October 1923 | |
Berê | Rauf Orbay |
Paşê | İsmet İnönü (Serokwezîrê Tirkiyeyê) |
3em Serokê Meclîsê ya Tirkiyeyê | |
Wezîfedarî 1 çiriya paşîn 1923 – 22 çiriya paşîn 1924 | |
Berê | Mustafa Kemal Atatürk |
Paşê | Kâzım Özalp |
Parlementerê Meclîsa Mezin a Neteweyî | |
Wezîfedarî 8 sibat 1935 – 7 gulan 1943 | |
Herêma hilbijartinê | Bolu (1935, 1939, 1943) |
Wezîfedarî 28 hezîran 1923 – 25 nîşan 1931 | |
Herêma hilbijartinê | Stembol (1923) Gümüşhane (1927) |
Wezîrê Edaletê | |
Wezîfedarî 26 gulan 1939 – 12 adar 1941 | |
Berê | Tevfik Fikret Sılay |
Paşê | Hasan Menemencioğlu |
Jiyan | |
Jidayikbûn | Ali Fethi 29ê nîsana 1880an Prilep, Manastir Vilayet, Împeratoriya Osmanî |
Mirin | 7ê gulana 1943an Stembol, Tirkiye |
Partiya siyasî | Partiya Gel a Komarî (1923–1930) Partiya Lîberal a Komarî (1930) Partiya Gel a Komarî (1930–1943) |
Xizmetên leşkeriyê | |
Pabendî | Împeratoriya Osmanî |
Şax | Artêşa Împeratoriya Osmanî |
Salên xizmetê | 1898–1923 |
Paye | Serfermandar |
Şerên tevlêbûyî | Şerê Îtalyan û Tirkî yê 1911-1912 Şerên Balkanê |
biguhêre |
Okyar li bajarê Prilepê yê osmanî li Vilayeta Manastirê (îro Makedonyaya Bakur) bi eslê ji malbateke alban,[1][2][3] yan jî li gorî hinek çavkaniyên din çerkez,[4] hatiye dinyayê. Di sala 1913an de tevlî Komîteya Îtihat û Teraqî (İttihat ve Terakki Cemiyeti) bûye û wek sekreterê giştî hatiye hilbijartin. Di sala 1924an de piştî İsmet İnönü wek serokwezîr hatiye tayînkirin. Lê tenê çend meh şûnda İnönü di adara 1925an de dîsa ketiye şûna wî, ji ber ku tepeserkirina serhildana Şêx Seîd siyasetekî biqerar hewce bû.[5] Pişt re ew wek balyozê Tirkiyeyê yê li Fransayê di Parîsê de hatiye tayînkirin.[5] Di sala 1930an de destûra damezrandina Serbest Cumhuriyet Fırkası (Partiya Komarî ya Lîberal) wergirtiye, ku partiyeke mixalefetê ya destpêkî bû.[6] Lê dema hikûmetê dît ku ev partiya mixalefetê piştgirî dide îslamîstan, partî neqanûnî hatiye ragihandin û girtin, rewşeke mîna ya Partiya Pêşverû ya Komarî ku di sala 1924an de çend meh dom kiribû. Paşê, Okyar ji sala 1939an heta 1941an Wezîrê Edaletê bûye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.