Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Feratê Dengizî (navê wî yê fermî Mehmet Aydın Alökmen) nivîskarekî kurd e ku li gor nasnameya li ser di 02.06.1950'an de (lê belê, a rast 30.10.1949 e) li gundê Dengiza yê girêdayî Stewrê ya girêdayî Mêrdînê ji dayik bûye.
Di sala 1971'an de bû mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetî kir.
Ji biçûkatiya xwe de têkilî û hezkirina wî li ser zimanê kurdî hebû. Cara yekemîn di sala 1989'an û ya duyemîn jî di sala 1995'an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKK, bi tevahî 10 salan di girtîgehan de ma. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk jî ji tirkî wergerandiye kurmancî, lê hê nehatine çapkirin. Bêhtir hişê wî li ser werger, felsefe û mantika zimên heye. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de tên weşandin. Nivîskarê Azadiya Welat û xwedî, berpirsiyar û yek ji edîtorê Kovara W'yê ye.
Berhemên wî yên ku ji ber sedemên aborî nehatine weşandin jî ev in:
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.