Remove ads
From Wikipedia, the free encyclopedia
Stewr yan jî Stewrê (bi tirkî: Savur) yek ji navçeyên Mêrdînê ye. 47km ji Mêrdînê dûr e. Gorî hejmartinên fermî yê sala 2000´a hejmara niştecihên navendê 11.240 û ya gundên jî 29.866 e. Aborîya herêmê piranî li ser çandiniyê ye. Sala 2005´a li herêmê karistanek xemrê avabûye. 3 şaredarî, 33 gund û 1 mezre girêdayî Stewrê ne.
Stewr | |
---|---|
Savur | |
Koordînat: 37°32′15″Bk 40°53′15″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
Serbajar | Stewr |
Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara gundan | 34 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.032 km2 (398 sq mi) |
Bilindahî | 880 m (2890 ft) |
Nifûs (2008) | 35.186 |
• Berbelavî | 34,1/km2 (88/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 8.500 |
Koda postayê | 47860 |
Koda telefonê | (+90) 482 |
biguhêre |
Bingeha navçeyê gelek kevn e. Di qeydên dîrokî de navê Stewrê wekî, Stûr, Staûras, Sauras, Ştarû, Şarû derbasdibe. Herêm him di dîroka Kurdan, him jî di ya Suryanîyan de cihekê girîng digire. Di sala 1930 de li Stewrê serhildanên mezin li dijî Komara Tirkiyê tê sazkirin. Mala Hamo ji Birîva benda derewerya li dijî dewleta Tirk serîhildane û ji bo mafê Kurd û Suryanîyan têkoşîne. Lê serhildan têkçûye û dewletê pêkutiyên mezin li gelên herêmê kiriye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.