![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/22/Federico_Garc%25C3%25ADa_Lorca._Huerta_de_San_Vicente%252C_Granada.jpg/640px-Federico_Garc%25C3%25ADa_Lorca._Huerta_de_San_Vicente%252C_Granada.jpg&w=640&q=50)
Federico García Lorca
From Wikipedia, the free encyclopedia
Federico García Lorca, bi kurdî mîna Lorka tê naskirin, li bajarê Fuente Vaqueros ê herêma Granada (Endulus, Spanya), di 5ê hezîrana 1898an de hatiye dinê û di navbera bajarên Víznar û Alfacarê (Granada) de li 18ê tebaxa 1936an ji ber sosyalîst e û rexneyên wî yê li hemberî dewletê dikir, bi destê faşîstan hatiye kujtin.
Federico García Lorca | |
---|---|
![]() Lorca di sala 1932 de | |
Jidayikbûn | 5ê hezîrana 1898 |
Mirin | 18ê tebaxa 1936 Di navbera bajarên Víznar û Alfacarê (Granada) |
Hevwelatî | Spanî |
Pîşe | Helbestvan û şanonivîs |
![]() | |
biguhêre![]() |
Ew helbestvan û şanonivîsekî bi zimanê spanî bû. Federico García Lorca nîşana azadiyê ye, him wek mirov û him jî wek nivîskar û helbestvan.
Piştî êrîşa leşkerê faşî yê Franco (Franko) ser Komara qanûnî ya Spanî di havîna sala 1936an de lêgêrîn û kuştina rewşenbîr û pêşêngên Komara Spanî destpê kir. Wextê leşkerê Franco ket ser bajarê Granadayê Lorca hatiye girtin û dan ber gulleyan. Lorca ji ber spartina rêxistina Frente Popular a Komara Spanî û ji ber sedema homoseksûelbûna wî hatiye kuştin.