![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/9/97/Action_Potential_ku.png/640px-Action_Potential_ku.png&w=640&q=50)
Erkê bêhnvedanê
dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin neguhazîne, demarexane di qonaxa erkê bêhnvedanê da ye. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeya negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeya pozîtiv ve barkirî tê hiştin / From Wikipedia, the free encyclopedia
Erkê bêhnvedanê (bi îngilîzî: resting potential) ango demarexane li benda kartêkiran e.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/9/97/Action_Potential_ku.png/640px-Action_Potential_ku.png)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/db/Neuron_ku.svg/320px-Neuron_ku.svg.png)
Dema demarexaneyêk ji derdora xwe kartêkir negire an jî demareragihandin neguhazîne, demarexane di qonaxa bêhnvedanê da ye[1]. Ji ber ko di dema erkê bêhnvedanê de li herdu aliyê parzûna demarexaneyê bi bargên elektrîkî barkirî ye, ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî: polarization) tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe[2]. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çêdibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeyê negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeyê pozîtiv ve barkirî tê hiştin[3]. Di qonaxa cemsergirî de xestiya potasyuma (K+) nav xaneyê ji xestiya potasyuma derve zêdetir e[4]. Li derveyê parzûna xaneyê de xestiya sodyumê (Na+) û ya Klorînê (Cl-) ji ya hundir zêdetir e[2]. Sodyum (Na+) û potasyum (K+) herdu jî îyonên bi bargeyê pozîtîv in, lê di nav xaneyê de ji bilî K+ ê hin iyonên din jî hene û bargeyên wan negatîv e. Wekî mînak hin proteînên gewre û iyonên fosfatê bi bargeyê negatîv barkirî ne. Di nav xaneyê de kêmbûna iyonên sodyumê û hebûna proteînên gewre yên bi bargeyê negatîvî barkirî, bargeyê nava xaneyê dike negatîv. Dema erkê bêhnvedenê de erkê parzûna xaneyê bi qasî -70 mV (mîlîvolt) e[5]. Ango di navbra aliyê derve û hundirê parzûnê de cudahiya elektrîkê 70 mV e[5]. Wateya negatîvê (-) ev e ko hundirê xaneyê li gor derveyî xaneyê bi bargeyên negatîv barkirî ye[6][3]. Parzûna xaneya demarexaneyan jî her wekî hemû xaneyên din, ji du çînên çewrî pêk tê her wisa di nav molekulên çewrî de hin proteîn jî hene[7], wekî mînak, proteînên hilgir ên cogê iyonan û pompeya îyonan ji molekulên proteînî pêk tên. Asîdên çewrî dijav in (bi îngilîzî: hydrophobe), loma molekulên çewrî rê nade piraniya iyon û molekulan ko bi tena serê xwe ji parzûna xaneyê, di nav çîna çewrî de derbasî aliyê din bibin[7]. Iyonên sodyum (Na+) û potasyumê (K+) bi navbeynkariya cogên taybet ên proteînî û pompeya iyonan li parzûna xaneyê de tên guhaztin[5]. Parzûna demarexaneyan jî wekî mîna parzûnên hemû xaneyan nîvdelînbar e ( bi îngilîzî: semi permeable), ango rê dide hin molekulan, lê li hin molekulan jî rê digire nahêle ji parzûnê derbasî aliyê din bibin[4]. Di navbera herdu aliyê parzûna demarexaneyê de xestiya iyonan ne wekhev e, ev rewş wekî cudahiya xestiyê (bi îngilîzî: concentration gradient) tê navkirin. Delînbariya parzûnê ya ji bo iyonên potasyumê (K+), ji delînbariya wê ya ji bo sodyumê (Na+) zêdetir e. Loma, dema erkê bêhnvedanê de ji ber cudahiya xestiyê, potasyum (K+) û klorîn (Cl-) ji aliyek parzûnê belavbûnî dibin ji bo aliyê din, lê sodyuma (Na+) derveyê xaneyê nikare derbasî nav xaneyê bibe.