Epîmêteûs
From Wikipedia, the free encyclopedia
Epîmêteûs (Yewnaniya kevn: Επιμηθευς) di mîtolojiya yewnanî de birayê Atlas û Promêteûsê ye. Ew ji çar zarokên Îapetos û Klîmenêyê ye. Heman demê de ew mêrê Pandorayê ye jî. Wateya navê wî pişt re tê bîra wî ye.[1]
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/51/Pandora%27s_gift_to_Epimetheus.jpg/82px-Pandora%27s_gift_to_Epimetheus.jpg)
Ew jî wek zarokê Iapetosê her tim serhildêrê Xwedawendên Olîmpîyê ye û her tim bextê reş pêsîra wî bernedaye. Taybetiyên wî yên herî zanîn ew e ku ew her tim şîretan bîr dike, karên xwe bê hizr çêdike. Hêsîodos wî Epîmêteûsa mejî belaw bi nav kiriye.[2]