From Wikipedia, the free encyclopedia
Ensarulîslam[1] an jî Piştiwananî Îslam le Kurdistan[2] (bi soranî: ئەنسارولئیسلام لە کوردستان) rêxistinek ji şervanên îslamî yên neteweperest û radîkal ên Kurdistanê bû ku di sala 2001 de hate damezrandin. Serokê rêxistina navbirî Mele Krêkar bû. Ensarulîslam dewleta herî dawî ya kurdan ava kir, ew jî Mîrnişîna Îslamî ya Biyareyê ye.
Ensarulîslam | |
---|---|
| |
| |
Dema avabûnê | |
Îdeolojiya siyasî | Wehhabîzm |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di sala 2001ê de ji aliyê Mele Krêkar ve hat avakirin. Piştî êrîşên 11ê Îlonê, gelek Kurdên ku li Efxanistan bi dilxwazî ji bo alîkariya Taliban û Elqaîde bûn, vegeriyan Kurdistanê û tevlî Ensarulîslam bûn.[3] Armanca wê avakirina dewleteke îslamî li Kurdistanê û parastina gelê Kurd e. Di demeke kin de di salên 2001-2003an de di dema Mîrnişîna Îslamî ya Biyare de gihişt armancên xwe.[4]
Ensarulîslam li dijî peymana aştiyê ya ku di navbera Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de hatibû îmzekirin derket. Ensarulîslam pişt re hevalbendiya Elqaîde kir û Usama bin Ladin gelek pere ji Ensarulîslam re şand.[5]
Di sala 2001ê de, demeke kin beriya êrîşên 11ê Îlonê, rêberên Ensarulîslam serdana Usama Bin Laden li Efxanistane kirin. Di kaxezeke ku li Kabûl hat dîtin de hat gotin ku yek ji armancên Ensarulîslam ew e ku "Cihû û Xirîstiyanan ji Kurdistanê derxîne û bikeve rêya cîhadê û li ser her parçeyekî erdî bi qanûnên şerîeta îslamî îdare bike." Usama Bin Ladin diyar kir ku “Kurd gelek komên îslamî hene, li şûna parçebûnê divê hemû bibin yek grûpeke îslamî ya kurd.”[6]
Di 18ê Sibata 2001ê de 4 endamên Kurd ên Ensarulîslam, siyasetmedarê Asûrî yê PDK Franso Herîrî dema ku diçû ser karê xwe, qetil kirin.[7][8] Ensar El Îslam di salên 1994 û 1997an de li heman cihî û li heman kolanê hewl da wî bikuje, lê ew ji herduyan reviya. Cara sêyemîn serkeftî bû.[9][10]
Di Mijdara 2008ê de, dêreke Mûsilê kaxezek wergirt û tê de hişyarî dabû mesîhiyan ku qet neçin Kurdistanê, eger nebe dê bên kuştin. Kaxez ji aliyê Ensarulîslamê ve hatiye îmzekirin.[11]
Endamê Ensarulîslam Refîq Yûsif li Almanyayê hewl da ku serokwezîrê Iraqê bikuje.[12][13][14]
Ev partî ji Cund el Îslam (Hamasa kurdan), Tewhîda Îslamî û Hêzî du Soran pêk hatibû. Her wisa El- Qaîdeyê jî alîkariya damezrdninê dabû vê rêxistinê
Hêjayî gotinê ye ku maka vê partiyê Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan e
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.