Ekvator an jî hevêrka ekvatorê hevêrkakê xiyaliya dor dinê re di hurd cemsaran heman dûriyê de dizivirî ye. Ew dinê bi Nîvkada Başûr û Nîvkada Bakur dike du paran. Ekvator hêlîpana (paralel) 0° ye û gorî dirêjahiya xwe ya herî mezin e. Dirêjahiya hevêrka ekvadorê 40,075.0 km e
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Roj salê du caran di ser ekvator de di ekînoksa biharê û ekînoksa payizê de derbaz dibe. Di wa rojnan de li ser ekvator tirêjên roj bi 90° têne dinê.
Derên ekvator derbaz dibe bi gelemperî okyanûs in. Ji bo dor ekvator tirêjên roj qiraçên tîk, an jî nezika tîk heldigirin siruştê germa û siruşta ekvatorî tê gotin.
Eger hereketa gerstêrka Erdê li dora xwe bisekine hingî dê tofanên ku leza wan 1670 km/seetekê ne, li ser Xetta Istiwayê(Equator) pêkwerin ku dikarin jiyana ser goga Erdê, jiholê rakin.
Xetta Istiwa, navê xetteke ferzî ye ku goga Erdê dike du bešên nîvgoga Bakûr û nîvgoga Bašûr. Ev xêz di nîveka her du cemserên Bakûr û Başûr da ye û fasileya hemû nuqteyên ser vê xettê ji her du cemseran, wekhev in.
Xetta Istiwayê, xwediyê mezintirîn muhîta ser erdê ye û dirêjahiya wê 40070 km e.
Rûbara goga Erdê, li Xetta Istiwayê di šev û rojekê da bi qasî 40000 km, hereket dike. Ew tê wateya ku leza goga Erdê li dora xwe 1670 km/seetekê ye.
Navçeyên nêzîkê Xetta Istiwayê, baştirîn cih jibo çandina Qehwe û Kaoçoyê ne.
Welatên ekvatorî
Ekvator li wan 13 welatan re derbaz dibe:
- Sao Tome û Prînsîpe
- Gabon
- Komara Kongo
- Komara Kongoya Demokratîk
- Ûganda
- Kenya
- Somalî
- Maldîv
- Îndonezya
- Kirîbatî
- Ekuador
- Kolombiya
- Brezîl
Çi qas navê Gîneya Rojbendî de ekvator derbaz be jî ekvator di wê welatê re derbaz na be.
Wikiwand in your browser!
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.