From Wikipedia, the free encyclopedia
Edîb Polat ( jdb. 25 tîrmeha 1962[1] li Farqîn, Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê ) wergêr, lêkolîner û nivîskarekî Kurd e.
Edîb Polat | |
---|---|
Jidayikbûn | Farqîn, Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê |
Pîşe | wergêr, lêkolîner , nivîskar |
Perwede | Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Zanist û Wêjeyê |
biguhêre |
Edîb Polat di sala 1962 li gundê Zengilo ku bi ser Farqînê ve girêdayiye hatiye dinyayê. Wî dibistana seretayî li gund û Batmanê xwendiye, pişt re li Diyarbekirê pêvajoya xwe ya perwerdehiyê dewam kir. Wî weke mamostayê Biyolojiyê dest bi karmendiyê kir. Lê ji bo xebatên xwe yên polîtîk, di sala 1988an de ji kar hat avêtin. Di vekirina Komeleya Nivîskarên Kurd Kurd Pen de wekî Serokê Lijneya Damezrîner hate hilbijartin û heta kongreya yekemîn a komeleyê ev peywira xwe domand. Di kongreya yekemîn a asayî û kongreya yekemîn a awarte de jî ji bo rêveberiya komeleyê hate hilbijartin.
Edîb Polat ji bo van pirtûkên xwe û çalakiyên ji bo ramana azad pênc sal û nîvan di zîndanê de ma.
Polat heta îro di gelek rojname û kovaran de çîrok, helbest û nirxandinên polîtîk nivîsîne. Hin ji wan ev in: Milliyet Sanat, Berfin Bahar, Yaba, Hêvî, Ronayî, Özgur Gündem, Tîroj, ÎHD Bülten, Çorba, Ütopya, Nûdem. Edîb Polat niha li Diyarbekirê dijî û li ser zimanê Kurdî xwendina masterê didomîne.
Wergerên wî:
Xelatên ku Polat heta niha wergirtine:
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.