kompaniya danûstandina elektronîk From Wikipedia, the free encyclopedia
eBay Inc şirketeke danûstandina online ya pirneteweyî ye ku ji aliyê karsazê amerîkî Pierre Omidyar ku bi eslê xwe îranî ye di sala 1995an de hatiye avakirin. Navenda eBayê niha li bajarê San José ya li parêzgeha Kalîforniya ye. eBay salane xwedî 134 milyon kirrûbirên çalak ên li çaraliyê cîhanê ye ku di sala 2022an de li ser platformê 74 milyar dolar danûstendinan pêk hatiye ku ji vê danûstandinê ji sedî 49 li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk hatiye. Di sala 2022an de, pargîdanî ji sedî 13,25 xwediyê rêjeya danûstandina li cîhanê bû.[1]
EBay | |
---|---|
Logoya EBay | |
Dirûşm: Buy it, sell it, love it | |
Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Çêker | |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Cihê damezrandinê | |
Cihê baregehê | |
Xelat | |
Hj. karkeran | 12.600 |
Yekûna malûmilkê | 23.847.000.000 Dolara DYAyê (2016) |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
eBay yek ji şirketên navdar ên amerîkî ye ku li ser tora înternetê bi awayeke onlîne di navbera firoşgeh û kirrûbiran de navbeynî dike.
Malper di navbera firoşkar û kirrûbiran de navbervanî yê dike. Kirîner bi rêya PayPal, Western Union, kartên kiredîyê û kartên ku pê danûstandinên onlîne tê kirin bihayê hilberînê dişîne sîtema malperê. Piştê çend kontrolkirinên xebatkarê malperê pêvajoya danûstandinên tê destpêkirin. Piştê firoşkaran sparişê birêkirin kirrûbir dikare li ser sîstemê gavbigav rewşa pakêta xwe bişopîne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.