From Wikipedia, the free encyclopedia
Dabeşbûna nîvekî (bi înglîzî: binary fission) an jî sakaredabeşbûn (bi înglîzî: simple division) corek ji pirbûna nezayendî ye.
Pirbûna bi dabeşbûna nîvekî bi gelemperî di zindewerên tekxaneyî de rû dide. Bakterî, arkea, protîst û korokên havên mînakin bo zindewerên texaneyî ko bi dabeşbûna nîvekî pir dibin. Di dabeşbûna nîvekî de, ji dabeşbûna xaneyek, du xaneyên wekhev peyda dibe.[1] Pêvajoya dabeşbûna nîvekî li hemû zîndeweran de ne yek e, lê duhendebûna ADN an jî krozoman û parvekirina zanyariyên bomaweyî bo herdu xaneyên nû, ji bo hemûyan heman e.[1]Di pêvajoya dabeşbûna nîvekî de, zîndewer kromozom an jî ADNya xwe duhende dike, qebareya xaneya xwe zêde dike, paşê dabeşê du beşa dibe, her beşek kopykekî ADN an jî kromozoman digire. Bi vî awayê du zîndewerên kopyayên hev peyda dibe.[2]
Cudahiya dabeşbûna nivekî ji gopikkirinê ev e ko, piştê dabeşbûna nîvekî xaneya bavan (bi înglîzî: parent cell) namîne û du xaneyên wek hev peyda dibe. Lê di gopikkirinê de ji bavan weçeyek (bi înglîzî: offspring) biçûk peyda dibe, hertim bavan ji weçeyê girtir e.
Her çiqas dabeşbûna nîvekî bi gelek aliyan ve dişibe dabeşbûna mîtozî jî, lê dîsa jî bi hin aliyan ve navbera herdu dabeşînan da cudahî heye. Herwisa şiklê dabeşbûna nîvekî di tekxaneyên navikrasteqîn (bi yewnanî: eukaryote) û navikseretayî (bi yewnanî: prokaryote) jî mîna hev nîn e.
Bakterî û arkea (bi yewnanî: archaea) zîndewerên navikseretayî ne.
Gavên dabeşbûna nîvekî ya bakteriyan:
Duhendebûna ADN ya bakterî û sîtokînez bi heman demê de çêdibe, loma qonaxa S tune ye. Her wîsa qonaxên profaz, metafaz, anafaz û telofazê jî tuneyê.
Dabeşbûna nîvekî ya bakterîyan di demek kurt de bi lez rû dide. Li hin corên bakteriyan de dema dabeşbûna nîvekî ji 20 xulakan kêmtir e. Ango li jingehek guncav de bakterî dikare her 20 xulekê de hêjmara xwe ducar bike.[3]
Zîndewerên cîhana pêşenge (bi înglîzî: protist) yên wekî amîb, paramesyum û euglena navikrasteqînên tekxaneyî ne û bi dabeşbûna nîvekî pir dibin.[4] Pêkhateya xaneyên navikrasteqîn ji yên bakteriyan aloztir e. Kromozomên navikrasteqînan ne yek lê gelek in, kromozom di nav navikê da ne. Di xaneya bakterî de tenê rîbozom heye, lê xaneyen navikrasteqîn li gel rîbozoman hemû endamokên xaneyê jî lixwe digirin. Ji ber van sedeman dabeşbûna nîvekî ya navikrasteqîyan bi gelek aliyan va dişibe mîtoza asayî. Cudahiya herî berçav, neparçebûna parzûna navikê ye. Rîsên teşîyê an di hundirê navikê de çêdibin an jî di çavikên (por) parzûna navikê de dikeve nav navikê û kromozoman parve dike. Dabeşbûna nîvekî ya navikrasteqînan bi du coran pêk tê, dabeşbûna nîvekî ya bi berahî û dabeşbûna nivekî ya bi dirêjkî. Paramesyum bi dabeşbûna nîvekî ya berahî, euglena bi dabeşbûna nîvekî ya bi dirêjkî pir dibin.
Herdu endamokên xaneyên navikrasteqîn; mîtokondrî û kloroplast jî bi dabeşbûna nîvekî, di nav xaneyê de hêjmara xwe zêde dikin.[5]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.