![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a0/Roj_emblem.svg/langku-640px-Roj_emblem.svg.png&w=640&q=50)
Dîroka Kurdistanê
Zanista dîroka gelê kurdan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Dîroka Kurdistanê[1], dîroka Kurdistanê ye ku yek ji welat ên herî kevnarê rojhilata navîn e. Kurdistan, welatekî jeo-çandî yê li rojhilata navîn e ku piranî ya Kurdan li vir dijîn û di dîrokê de, hemî çand, ziman nasnameya neteweyî ya Kurdan li vir hatiye damezrandin.[2]
2 hezarsala berî zayînê qewmên Hindûwropî koçî Îranê û Kurdistana niha kirin. Bi vî şeklî gelê ermen belaveyî bakurê Îranê bû û qewmên din jî belaveyî başûrê Îranê bûn. Her wisa 9emîn sedsala berî zayînê de dagirkirina qewmên aryan destpê kir bo herêmê. Di encamê de 3yemîn sedsala berî zayînê de arîbûna herêmê temam bû. Êdî ji wî wextî heta niha gelên aryan li herêmê jiyan û belav bûn. Peydabûna bavkalên kurdan di 5emîn sedsala berî zayînê de peyda dibin [3]. Jixwe Ksenofon di berhema xwe Anabasisê de behsa bavkalên kurdan digehîne sedsala 5emîn ya berî zayînê. Her wisa piştî van bûyeran etnisîteya kurdan jî pêk dihê. Di navbera sedsalên 200 û 600 de ya piştî zayînê etnisîteya kurd çêdibe [4]. Her wisa lêzêde dike ku çêbûna etnisîteya kurd di cografyaya navbera Gola Wanê û Gola Ûrmiyeyê de pêkhatiye [5]