Coga henaseyê
ji difin û devê mirov dest pê dike hetanî pişikan dirêj dibe, di kotahiya coga henaseyê de sikildanokên hewayê heye. Erka coga henaseyê, guhaztin û alûgorkirina gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Coga henaseyê beşek ji koendama henaseyê ye. Guhaztin û alûgora gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê, erka wê ya sereke ye.
Hemû xaneyên mirov ji boy çalakiyên xwe, molekula ATPyê wekî çavkaniya enerjiyê bi kar tînin[1]. ATP (Adenozîna sê fosfatî) di xaneyan de ji hilweşandina xurekên wekî, glukoz, glîserol, asîda çewrî, asîda amînî tê bidestxistin[2]. Ji boy hilweşandina xurekan, li gel endamok û enzîman, pêdiviya xaneyê bi molekula oksîjenê jî heye. Hewa 21% oksîjen lixwe digire[3]. Divê ev oksîjena hewayê bigîhije hemû şane û xaneyên laş. Gava xurek bi navbeynkariya oksîjenê tê hilweşandin boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî wekî madeya paşmayî peyda dibe[3]. Divê karbona dîoksîda nav xaneyan, ji xaneyên kurahiya laş de bê avêtin boy derveyî laş. Ji boy alûgorkirin û guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê koendama henaseyê û koendama dileûleyê bi hev re kar dikin. Coga henaseyê jî beşek ji kondama henaseyê ye. Erka coga henaseyê, guhaztin û alûgorkirina gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê (bi îngilîzî: cardiovascular system) ye[4]. Lê li gel vî karê, hin erkên din ên coga henaseyê jî heye, evana; germkirin, paqijkirin û şêdarkirina hewayê, dabînkirina bergiriya giştî, peydakirina deng, û bêhn girtin e[5][6][1]. Coga henaseyê ji difin û devê mirov dest pê dike hetanî pişikan dirêj dibe, di kotahiya coga henaseyê de sikildanokên hewayê heye.