![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a4/Cell-organelles-labeled_ku.png/640px-Cell-organelles-labeled_ku.png&w=640&q=50)
Endamok
Di nav xaneyan de endamokên wekî mîtekondrî, retîkuluma endoplazmî, rîbozom, heybera Golgî karê taybet dikin. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Pekhateyên ku di nav sîtoplazmayê de cih digirin û ji bo xaneyê hin karên taybet dikin, wekî endamok (organel)tên bi nav kirin. Piraniya karûbarên xaneyê di nav sîtoplazmayê de pêk tê. Bi gelemperî, xaneyên ciwan ên ku metabolîzmayê wan bi lez û bez in, sîtoplazmaya wan jî pir e. Beşa sîtoplazmaya bêendamok wekî sîtozol tê binavkirin. Xaneyên prokaryotî ji bilî rîbozom, tu endamok lixwe nagirin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a4/Cell-organelles-labeled_ku.png/640px-Cell-organelles-labeled_ku.png)
Di nav sîtoplazmaya eukaryotiyan de sê kom endamok heye.
Endamokên bêparzûnî: Sentrozom û Rîbozom
Endamokên yekparzûnî: Retîkûlûma endoplazmî, Heybera Golgî, Lîzozom, Vakuol, Vezîkul.
Endamokên cotparzûnî: Mîtokondrî û Plastîd
Hejmara endamokên hemû xaneya ne wek hev e. Li gor erka xane û şaneyê dibe ku hejmara hin endamokên xaneyê ji xaneyên din pirtir be. Wekî mînak, xaneyên masûlke û xaneyên kezebê gelek pêdivi bi ATP tînin, loma di nav sîtoplazmaya van xaneyan de hejmara mîtokondriyê ji xaneyên din ên laşê mirov zêdetir e.