Gundekî Stewra Mêrdînê From Wikipedia, the free encyclopedia
Cilîn (1928: جللين / Cillîn; 1946: Cillin; bi tirkî: Çınarönü) gundekî bi ser navçeya Stewra Mêrdînê ve ye. Cilîn ji 3 taxa pêk tê: Qerneqûç, Mexzen û Bekira.
Li derdora wê Şûtê, Xindeq, Çilstûn, Ewîna he ne. Piştî salên 1990î ev gund jî weke gundê derdora xwe hat şewitandin û talankirin. Pişti vê şewitandin û talankirinê devletê ji gundiyan xwest ku bivin cerdevan an jî gund vala bikin. Lê gundi ne bûn cerdevan û ji gundê xwe derneketin. (Ji ber vê bûyerê ji gundiyan re dibêjin ku ew pir serhişkin.) Piştî vê bûyerê hinek gundî çûn Bismila Amedê niştecih bûn. Niha gund ji 150 mala pêk tê.Gund li nava çiyaya ava bûye. Avhewaya wê hişk e. Zivistanî serma û berf e, havînî jî zûha û germ e. Gund 35 km dûrî Stewrê, 52 km jî dûrî navenda Mêrdîn e.
Debara gund bi xwedîkirina heywanan, rezvanî û çandina fêkiyan li ber Çemê Cilîn e. Kesên rezê wan hene dims û bastîqê jî difiroşin. Hin malbat havînî ji bo komkirina bindeqan derin bajarê deryaya reş ya tirkiyê.
Di dema osmaniyan de di bin hîmayeya Ehmed Axa yê Ewînî de bû. Ehmed Axa sala 1921 ji alîyê Reşo Kûrî hat kuştin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.