From Wikipedia, the free encyclopedia
Demar , birik[1] an eseb (îng: nerve), yekîniyeke binyatiye ji pir xaneyên demar peyda dibe di sîstema demar (birikan) di laşê mirov, bi taybetî, ku seh yan his di beşên bedenê de ji mêjî transport dike. Bi riyê demar mirov, ajal û caneweran bi êşê û sehkirinên din dihise.
demar kelexê ku bi pevguhastina infermasyonê (agadariyê) dirabe. Du texlîtên xaneyên demarî hene. Demara navendî yê laşê gewr, ku ew jî mêjî ye. xaneyên demari yên din laşê sipî, ku ew jî ra ne.
Hemû endamên û tevayiya laşê mirovî aloz ji her çar texlîtên kelexan bi hev re çêdibe. Karûbarê endaman jî pir aloz e. Pir endam (organ) bi hev re kardikin û sîstêmeke organî çêdikin. Koma hemû endaman an organan bi hev re organizmê mirov, yan jî laşê mirovî çêdikin, yê ku tevlî aloziya xweyî herî mezin, dîse yekîtiyeke necêkirî bi dinya dora xwe re çêdike. Koma hemû parçeyên laşê mirov û bertekiya (reaksyon) wan, ya zû bi guhertina dinya hawîrdorî xwe ve, bi du sîstêman tê ajotin. Sîstêma pêşî kevnare ye û ew hêdî hêdî kardike. Ew jî bi taybetî bi afirandina hin hormonan pêktê. Sîstêma din nûtir e û zû kardike. Ew jî bi mêjî, ra û hesteyan (hesteyê dîtinê, bihîstinê, hingavtinê, behnkirinê û çeştinê) pêk tê.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.