Binpêkirina mafên kurdan li Tirkiyeyê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve li hemberî Kurdan, ser cihêkarîye, xwedî dîrokeke dûr û dirêj in.[1] Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ya sala 1923’an û vir ve dem bi dem komkujî li dijî Kurdan pêk hatin. Ji van komkujîyân a herî girîng serhildana Dêrsimê ye ku 13.160 sivîl ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin qetilkirin û 11.818 kes jî hatin sirgûnkirin.[2] Li gorî McDowall, 40,000 kes hatin kuştin.[3] Komkujiya Zîlan a sala 1930, komkujiyeke[4][5] ya Kurdên niştecihên Tirkiyê yên di dema serhildana Araratê de bû, ku tê de 5000 heta 47000 mirov hatin kuştin.[6]
Bikaranîna ziman, cil û berg, folklor û navên Kurdî hatin qedexekirin û herêmên ku Kurd lê dijîn heta sala 1946an; di bin qanûneke leşkerî de man.[7] Bimebesta hebûna gellê Kurd mandele (nikolî) bikin, heta salên 1980yî, Kurdan bi navê "Tirkân Çîyayâ" kategorîze kirin.[8][9][10][11] Peyvên "Kurd", " Kurdistan " û "Kurdî" ji aliyê dewleta tirk ve bi fermî hatin qedexekirin.[12] Piştî derbeya leşkerî ya 1980yê, zimanê Kurdî di jiyana giştî û taybetî de bi awayekî fermî hat qedexekirin.[13] Gelek kesên e bi Kurdî axivîn, weşandin, stran gotin; hatin girtin û avêtin zindanan.[14] Lê her çend, di sala 1991ê de qedexeya axaftinê bi zimanekî ne tirkî hatibe rakirin jî, mebesta Kurdan ew e ku wek miletekî cuda ji Tirkî were naskirin an jî zimanê Kurdî weke zimanê perwerdehiyê were naskirin, lê ev yek pir caran weke cudaxwaziyê an jî piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tên binavkirin.[15] Niha li dibistanên taybet û giştî de bikaranîna zimanê Kurdî weke zimanê perwerdehiyê neqanûnî ye, lê dîsa jî dibistanên ku vê qedexeyê red dikin jî hene.[16][17][18] Hikûmeta Tirk, gelek caran kesên ku doza azadîya çandî û perwerdehîya Kurdî diki; ji terorîzmê an piştgirîya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) binav diki.[19]
Di dema şerê Kurd-Tirkan de, ambargoyên xwarinê li ser gund û bajarokên Kurdan hatin danîn.[20][21] Gelek mînakên ku Kurd bi zorê ji gundên xwe ji aliyê hêzên ewlekariya Tirk ve hatin derxistin hene.[22] Tên gotin ku gelek gund hatine şewitandin an jî wêrankirin.[23][22] Di tevahiya salên 1990 û destpêka salên 2000ê de partiyên siyasî yên ku berjewendiyên Kurdan temsîl dikirin hatin qedexekirin.[12] Di salâ 2013ê, agirbestâ di navberâ PKK û dewleta Tirkan de bi bandorî dawî bû heta -Pûşberâ sala 2015an- seba sedema ku lihevxistinâ Rojava-Îslamî destpê biki. Tundûtûjî bi berfirehî li dijî welatiyên Kurd ên asayî hate kirin û baregeh û şaxên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a alîgirê mafên Kurdan rastî êrîşa girseyan hat.[24] Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (ECHR) û gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, Tirkiyê ji ber bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan, mehkûm kirin.[25][26] Gelek daraz bi îdamkirina sîstematîk a sivîlan,[27] îşkencekirin,[28] koçkirina bi darê zorê,[29] gundên wêrankirî, [30][31][32] girtinên keyfî,[33] kuştin û windakirina rojnamevan, çalakvan û siyasetmedaran ve girêdayî ne.[34]