Gundekî Kercewsa Batmanê From Wikipedia, the free encyclopedia
Bilexşê (bi tirkî: Dereiçi), gundekî girêdayî navçeya Kercewsê ye ku di sala 93 yan de ji aliyê dewletê ve hatiye valakirin. Di wextê valakirinê de bi qasî 55-60 xanî lê hebûn. Nifûsa gund piştî valakirinê bi giştî li navenda wilayetê (Batman) bi cih bûne.
Bilexşê | |
---|---|
Dereiçi | |
Koordînat: 37°37′32″Bk 41°36′10″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Navçe | Kercews |
Bilindahî | 975 m (3199 ft) |
Nifûs (2008) | 25[1] |
Koda postayê | 72300 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
biguhêre |
Cîranên gund Bêcirman, Heştwan, Seyara û Xanika ye. Gundên wek seyara û heştiwan jî bi bilexşê re eynî aqûbetê behr dikin. Ango ew jî ji aliyê dewletê ve hatine şewitandin. Bilexş, gundekî berav û bişînahî bû. Piştî valakirina gund rezên gundiyan û şînahiya mayî ji aliyê eskerên qereqola bêcirman ve hate şewitandin. Her çiqasî piştî salên 2000 an ji aliyê dewletê ve ji bo vegera gund sozên arîkirinê hatibe dayîn jî ev pêk nehatin. Dîsa li wilayetê (Batman) hilbijartina muxtêr û ezayan pêk hat. Di hin belgeyên fermî de ji ber vê yekê gund wek ava xuya dike. Lê di rastiyê de gund di halekî kavil de ye. Piraniya gundiyan li batmanê bi cih bûbin jî li herêma îç Anadolî, Akdenîz û marmarayê jî bilexşiyên bicihûwar hene.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.