From Wikipedia, the free encyclopedia
Berlîna Rojhilat ji sala 1949an heta 1990an paytexta defakto ya Komara Demokratîk a Almanyayê (KDA) bû.
Berlîna Rojhilat
| |
---|---|
Ost-Berlin | |
Koordînat: 52°31′7″Bk 13°24′16″Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Komara Demokratîk a Almanyayê |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1949 |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 409 km2 (158 sq mi) |
Nifûs | 1.279.212 (1989) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bi awayekî fermî, ew sektora Sovyetê ya Berlînê bû, ku di 1945 de hate damezrandin. Sektorên Amerîkî, Brîtanî û Fransî bi navê Berlîna Rojava dihatin nasîn. Ji 13ê tebaxa 1961an heta 9ê çiriya paşîn a 1989an, Berlîna Rojhilat bi dîwarê Berlînê ji Berlîna Rojava dihate veqetandin. Hêzên hevalbendên rojavayî ne Berlîna Rojhilat wek paytexta KDAyê, ne jî desthilatdariya KDAyê ku Berlîna Rojhilat birêve dibir, nas nedikir. Di 3ê çiriya pêşîn a 1990an de, roja ku Almanya bi fermî ji nû ve hat yekkirin, Berlînên Rojhilat û Rojava bi fermî wekî bajarê Berlînê hatin yekkirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.