Behram (gerstêrk)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Behram, bi latînî: Mars yan jî Merîx (bi farisî: مریخ; bi erebî: المريخ) yek ji neh gerstêrkên Pergala Rojê ye ku bi nêzîkbûna xweyê Rojê piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Erdê (Dinya) re, gerstêrka çarem e. Behram 227,9 milyon kîlomêtre ji rojê dûr e ku gerstêrkeke bejayî ye û xwedî atmosfereke zirav e. Ji ber ku heyama zivirînê û her weha kêşa hêlîna zivirînê ya li gorî rêgeha eklîptîkê dişibin hev, roj û demsal ên Behramê bi yên Dinyayê re hevber in. Behram bi Çiyayê Olympusê, volkana herî mezin û çiyayê herî bilind ê naskirî li ser gerstêrka Pergala Rojê û bi Kanyona Valles Marineris, yek ji mezintirîn kanyonên Pergala Rojê ye. Tejaneya Borealis a nerm a li Nîvkada Bakur e û ji 40% rûbarê axa gerstêrkê digire.[1]
Dîmenek ji Behramê ku di sala 2007an de bi rengê xwezayî hatiye wênekirin. | |||
Taybetmendiya rêgehê | |||
Rojdûrk | 249,209,300 km 1.665 861 PA | ||
---|---|---|---|
Rojnêzk | 206,669,000 km 1.381 497 PA | ||
Hevrêzbûn bi erdê re | 779,9643 roj | ||
Taybetmendiya fizîkê | |||
Nîveşkêla ekwatorê | 3,396.2 ± 0.1 km 0.533 (Dine 1) | ||
Nîveşkêla cemseran | 3,376.2 ± 0.1 km 0.531 (Dine 1) | ||
Dahatîbûn | 0.005 89 ± 0.000 15 | ||
Rûpîvan | 144,798,500 km² 0.284 (Dine 1) | ||
Qeware | 1.6318 × 1011 km³ 0.151 (Dine 1) | ||
Bariste | 6.4185 × 1023 kg 0.107 (Dine 1) | ||
Rakêşa rûxarî | 3,711 m/s2 | ||
Gera li dora xwe | 24,62 saet 24st 37d 22s | ||
Hişkiya axa xwe | 3.9335 ± 0.0004 g/cm³ | ||
Têhna ser rûyê | kêm 186 K |
nîvekî 210 K |
zêde 293 K |
Taybetmendiya atmosferê | |||
Pestoya atmosferê | 0.636 (0.4–0.87) kPa | ||
Elementên sereke | * Duanoksîda karbon: 95,32 % |
Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê Fobos e û ya din Deimos e.