![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f1/Bodleian_J2_fol_175_Y_28_1.jpg/640px-Bodleian_J2_fol_175_Y_28_1.jpg&w=640&q=50)
Avesta
Pirtûka pîroz a zedeştiyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Avesta, pirtûka pîroz a peyamber Zerdeşt e. peyva Avêsta wateya bingeh û avakirina xurt e. ev pirtûke bi zimanê Avêstayî hatiye nivîsandin ku zimanekê kevnar e û peywendiyeka xurt heye bi zimanê Sansikît ê Hindî ya kevnar, dîroknas dibêjin Avesta ya pîroz hatibû nivîsandin li ser 12000 parçeyên çermê çêlan piraniya wan hatin xerab kirin û ji nav birin di çendîn rûdanan de û di encama derbarbûna sedan salan/çerxan tenê 38000 peyv jê mane, û hinek çîrok û gotin dibêjin ku ew nêzîkî 345,700 peyvan bû anku çar qatan zêdetir bû, û ji bîst û yek beş û pênc pişkan pêk dihat, her wisa Zerdeştî Îskenderê Makedonî bi şewitandina pirtûka Avêsta tawanbar dikin piştî dagirkirina Îranê û Kurdistanê.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f1/Bodleian_J2_fol_175_Y_28_1.jpg/640px-Bodleian_J2_fol_175_Y_28_1.jpg)