Alfaya Kentaurî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Alfaya Kentaurî, α Centauri (Alpha Centauri) an Toliman [1] stêreke dorî 4,34 sala roniyê dûrî dinyayê, ya bi sîstema stêrcêwî, ya di komstêra Kentaur de ku di nîvkada başûrî ya ezmanê de dimîne ye. Ew ji stêra zer a Alfaya Kentaurî A û ya tirinciya Alfaya Kentaurî B pêk tê. Navê wê Ricel Kentaur bi erebî: رجل أقنطورس "Lingê Kentaur".
Ew sîstema stêran a tewrî nêzikê rojê ye. Wek stêrcêwî bi qedra zahîrî ya teva −0,27 ve ew geştirîn cîsmê di komstêrê de ye û sêyem geştirîn ê di ezmana şev de ye. ‘’Alfaya Kentaur A’’ ya geştir e ku stêrcêwiyê bitenê xwedî qedra zahîrî ya −0,01 e û bi vê ve ew dibe çarem geştirîn stêra ezmana şev. Stêra nêziktirîn a dinê Proksîmaya Kentaurî ya bi dûriya 4,22 di vê sîstemê de ye an na biniqaş e.
Ew bi stêra Betaya Kentaurî ve Xaça Başûrî îşaret dike û bi hêlkariya wan meriv dikare bihêsanî Xaça Başûrî bibîne. Sîstema stêrcêwî herdu tev xwedî qedreka zahîriya 4,1 in. Bi çavên rût meriv ji erdê nikare tekên stêrcêwiyê A û B ji hev veqetîne.