![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/a/a0/Roj_emblem.svg/langku-640px-Roj_emblem.svg.png&w=640&q=50)
Alfabeyên kurdî
Koma îşaretên ku fêrbûna xwendin û nivîsandina bi Kurdî temîn dikin / From Wikipedia, the free encyclopedia
Alfabeyên kurdî, tevahiya sîstemên alfabeyan e ku bi alfabeyên cîhereng ji aliyê kurdan ve li herêmên Kurdistanê û li welatên din ên ku kurd lê dijîn, bi zimanê kurdî hatine bikaranîn. Di nav van alfabeyan de alfabeya latînî, erebî û alfabeya kirîlî hene. Li Kurdistana Bakur û Rojavaya Kurdistanê alfabeya latînî, li Rojhilata Kurdistanê û Başûr alfabeya erebî, li Komarên Sovyetistana kevn jî alfabeya kirîlî ji aliyê kurdan ve di demên cûda de hatiye bikaranîn û di roja îro de jî alafabeya latînî ya kurdî bi awayekî berfireh tê bikar anîn. Piştî belavbûna sîstema sovyetî, hinek kurdên Sovyetistana kevn jî dest bi bikaranîna alfabeya latînî kirine.
Alfabeyeke kurdî ya herî kevin ji aliyê nivîskarê navdar Îbn Wehşiye ve di pirtûka wî yê bi navê Şewq el-Musteham ku di sala 856an a p.z. de hatiye nivîsandin, hatiye belgekirin.
Zimanê kurdî herî zêde bi du alfabeyan têne nivîsandin. Yek ji van alfabeya latînî ya ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve ku di sala 1932an de bi navê alfabeya Bedirxan yan jî alfabeya Hawarê (li pey kovara Hawarê), alafabeya duyem jî alfabeya farisî-erebî bi navê alfabeya kurdî ya soranî ye.
Alfabeya latînî yan jî alafabeya Hawar di roja îro de wekî alfabeya standard a kurdî ya latînî tê bikaranîn.
Alfabeyên ji ku aliyê kurdan ve hatine bikar anîn ev in: