Alfabeya kurdî ya erebî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Alfabeya kurdî ya erebî ev alfabeya ku ji bo nivîsandina şêwezara soranî bi piranî tê bikaranîn.
Beriya alfabeya latînî kurdan alfabeya erebî bi kar dianî. Berhemên kurdî yên klasîk (mîna Mewlûd, Dîwan û helbestan) bi vê alfabeyê hatine nivîsandin. Ev alfabe mîna alfabeya erebî ye, çar herfên wek farisî پ (p), چ (ç), ژ (j), گ (g) û dengekî kurdî yê taybet ڤ (v) lê hatine zêdekirin. Alfabeya modern a ku îro li Başûrê Kurdistanê bi kar tînîn, çend herfên wek ڕ (rr), ڵ (ll), ە (e), ێ (ê), ۆ (o) jî lê hatine zêdekirin.