From Wikipedia, the free encyclopedia
Adar Jiyan nivîskarekî kurd e.
Adar Jiyan di sala 1965an de li gundê xwe Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye, hatiye dinyayê. Dibistana Seretayî li gundê xwe xwend. Dibistana navîn li Stewrê, peyre jî Amadeyiya Îmam-Xetîbê a Mecanî li Mêrdînê, Enstîtuya Perwerdehiyê li Rihayê kuta kir. Sê salan Li Beşa Zanîngeha ziman, dîrok û erdnîgariyê Beşa Zimanê Fransî û Wêjeyê xwend, belê ji ber sedemên siyasî nivco hişt. Gelek caran hat girtin û darizandin. Wekî mamosteyê polê hate wezîfedarkirin. Li gelek bajaran geriya û hate mişextin. Vêga mamoste ye. Heta niha di gelek kovar û rojnameyên kurdî û tirkî de nivîsên wî hatine weşandin. Wî di Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Tîroj, Vesta, Hîwa, Kevan, Bîrnebûn, Nûbihar, Zend, Kovara W, Güney Tûrik (pêveka Azadiya Welat), Gulistan û Rojevê de nivîsandiye.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.