Muzîsyenê Hindî From Wikipedia, the free encyclopedia
Allah Rakha Rahman (bi zimanê tamîlî: ஏ. ஆர். ரஹ்மான்; * 6ê kanûna paşîn a 1966 li Madrasê, îro Chennai, Tamil Nadu, Hindistan) hunermendekî hîndî ye. Ew bi taybetî muzîka fîlman çêdike.[1]
Allah Rakha Rahman | |
---|---|
Navê rastî | ஏ. ஆர். ரஹ்மான்
A. S Dileep Kumar |
Jidayikbûn | 6ê kanûna paşîn a 1966 |
Pîşe | Hunermend, Muzîk |
Malper | www |
biguhêre |
Rahman li welatê xwe Hindistanê de stêrkekî mezin e û lewma konserên mezin lidardixe. Bi taybetî stranên wî yen ku ji bo fîlmên Bollywoodê û yên bi tamîlî hatine amadekirin nas in.
A. R. Rahman wekî hîndû jidayikbû lê di sala 1989ê de ola xwe veguherande Îslamê, nava xwe yê berê A. S. Dileep Kumar jî kir A. R. Rahman.[2]
A. R. Rahman xelatên National Film Award, Filmfare Award, Star Screen Award, Zee Cine Award û IIFA Award stend. Di sala 2009ê de ji bo muzîka fîlma sînemayê a bi navê Slumdog Millionaire wî xelata Golden Globe Award, xelata îngîlizî ya BAFTA Award, du xelatên Oscare ji bo "bastirîn muzîka fîlman" û ji bo "bastirîn stranê fîlman" („Jai Ho“) stend.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.