Şablon:GH/2024/51
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zêdetir agahî < Hefte 50, Hefteya 51 ya Gotara hefteyê ...
< Hefte 50 | Hefteya 51 ya Gotara hefteyê | Hefte 52 > |
---|
Bigre
![Simkoyê Şikak](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/c/c4/Simko_Sikaki.jpg/320px-Simko_Sikaki.jpg)
Simkoyê Şikak an Smayîl Aẍayê Şikak an jî Simko (jdb. 1887 Kela Çariyê - m. 30ê hezîrana 1930an Şino) serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan bû. Smayîl Aẍayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê aẍatiyê de bû, pêkhat. (zêdetir...)