Dîroknasê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Ebûl 'Ebbas Ehmedê kurê Xelikan (bi erebî: أبو العباس أحمد بن خلكان, lat. Abu'l-Abbas Ahmad bin Khallikan) (jdb. 22ê îlona 1211an − m. 30ê çiriya pêşîn a 1282an) yan bi kurtî Îbn Xelikan nivîskar, dîroknas û zanayekî misilman ê bi eslê xwe kurd[1] ê di sedsala 13an de jiyaye.
Şemsedîn Ebûl Ebas Îbnî Muhemmed Îbnî Xelîkan | |
---|---|
Navê rastî | شمس الدين أبو العباس أحمد بن محمد بن خلكان |
Jidayikbûn | 22ê îlona 1211an |
Mirin | 30ê çiriya pêşîn a 1282an Şam / Sûrî |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Xanedana Eyûbiyan |
Pîşe | Alimê Îslamê, Nivîskar û Dîroknas |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Bandorbar | Xezalî, Kemaledînê Yûnis, Ehmed Şerefedîn |
biguhêre |
Pirtûka xwe ya navdar û binirx heta îroj mayî Mirina Zadegan (bi erebî: وفیات الاعیان, lat. Wefayat Eleyan) bi zimanê erebî nivîsandibû.
Ew di sala 1211an de li Hewlêrê ji dayik bûbû. Wî di 1256an de dest bi pirtûka xwe kiribû û di 1274an de jî temam kiribû. Di wê pirtûkê de, wî jiyana 865 kesan nivîsandiye û qeyd kiriye. Wî di wextên cuda de li Qehîre û Şamê qazîtî kiriye. Ew li Şamê di sala 1282an de çûye ser dilovaniya Xwedê.[2]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.