From Wikipedia, the free encyclopedia
Êstrocen an jî îstrocîn (bi înglîzî: estrogen) navê gelemperî ye bo koma hormonên zaûzê ya mêyan.
Êstrocen navê koma hormonên mêyê ye, sê êstrocenên serkî heye, estradîol, estron û estrîol. Ji vana estradîol ya serdest e[1] Ji ber ko êstrocen navê ne yek, lê navê koma hormona ye, dive ev peyv wekî pirjimar bêne bikaranîn. Mînak êstrocenên xwînê, êstrocenên hêkdankê hvd. Pirraniya çavkaniyên zanistî hormonên êstrocenê bi awayek yekjimar bi kar tînîn loma em jî tevlê wan dibin. Êstrocen ji koma hormonên steroîdî ye. Steroîd çewrî ne lê ji rûnan cuda ne. Molekulên streoîdî ji çar xelekên hîdrokarbonên bi hev re girêdayî pêk tê[2]. Procesteron, êstrocen û testosteron mînakin bo hormonên steroîdî. Her yekê van hormonan 4 xelekên hîdrokarbonê lixwe digirin. Di her corek hormona steroîdî de hejmar û cora koma erkdar (bi înglîzî: functional group) ne yek e, loma hormonên steroîdî jî ne yek in.[3] Hormonên steroîdî bi gelemperî ji kolesterolê tê berhemkirin.[4] Hormonên stereoîdî ji tûkila rijênê adrenal, ji hêkdank, ji malzarok û gunan de tê berhemkirin û derdan. Di hêkdankan de derdana êstrocenê di temenê pêgihîştinê de dest pê dike, di menopozê de bi dawî dibe. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half life) bo êstrocen bi qasî 30 heta 60 xulek e.[5]
Êstrocen li mêyan de dibe sedema peydabûna sîfetên zayendî yên duyem (bi înglîzî: secondary sex characteristics).Heta temenê pigihîştinê, di laşê nêr û mêyan de rêjeya estrocenê hema yeksan e.[8] Loma laşê zorokên mê û nêr ji hev cuda xuya nabin. Di temenê pêgihîştinê de di laşê mêyan de rêjeya êstrocenê zêde dibe, ji ber vê sedemê di temenê pêgihîştinê şûnve laşê neran û mêyan ji hev cuda xuya dikin.
Di temenê korpeleyî û zarokî de hinek êstrocen di tûkila rijênên adrenal de tê berhemkirin û derdan.[9] Êstrocena rijênê adrenalê giring e bo rêkxistina hestîbûnê (bi îngilîzî:ossification) di temenê pêgihîştinê de.[3] Lê di temenê pêgihîştênê şûnve piraniya êstocena mêyan di hêkdankan de ji çikildanan tê derdan. Hinekî êstrocen ji aliyê tenê zer tê berhemkirin û derdan. Di dema ducaniyê de ji hevalbiçûkê gellek êstrocen tê derdan.
Rijênê adrenal, gun û kezeb çavkaniyên êstrocenê ne di laşê nêran de.Hinek êstrocen ji tûkila rijenê adrenal tê derdan.%20 êsterocena nêran di gunan de tê berhemkirin û derdan. Êstrocen di xaneyên Sertoli de ji testosteronê tê berhemkirin. Êstrocen girîng e bo çêkirina sperman (spermatocenîs). %80yê êstrocenê di kezebê de ji hormonên din tê berhemkirin.[5]
Piraniya êstrocenê bi navbeynkariya proteînên nav plazmaya xwînê ve tê guhêztin. Êstrocen herî zêde bi proteîna albumîn ve, hinekî êstrocen jî bi proteîna globulînê ve girêdayî tên guheztin. Girêdana êstrocen û proteînan, girêdanek lawaz e, ango dikarin bi hêsanî ji hev biqetin[5] Herwisa hinek êstrocen jî bi awayekî serbest di nav plazmaya xwînê de tê guhêztin. Êstrocen hormonek dijav e (bi înglîzî: hydrophobic) loma dikarin di nav parzûna xaneyê de bi hesanî derbasê nav xaneyê bibin.[10] Gava êstrocen rastê endama armanc tê hinek êsrocen ji proteînan diqetin, li gel êstrocenên serbest ji parzûna xaneya endama armanc derbasê sîtoplazmayê dibin. Di nav sîtoplazmaya xaneyên armanc de proteînên taybet hene û wekî wergirên êstrocenê tên navkirin. Êstrocenên serbest di nav sîtoplazmayê de bi wergirên êstrocenê ve tên girêdan û ber bi navika xaneyê tên guhêztin ko çêkirina proteînan rêk bixe. Globulîn û albûmîn bi êstrocen ve girê dibin ko asta rêjeya êstrocenên serbest ji nişka ve pir zêde nebe.[1]
Derdana êstrocenê ji aliyê hormona handerê çikildanê (FSH) ve tê rêkxistin. Gava di xwînê de rêjeya êstrocenê kêm bibe, ji hîpotalamusê hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) tê derdan. Hormona derpirandinê hîpofîzê han dike bo derdana FSHyê. Di hêkdankan de çikildanên hêkê heye. Li ser parzûna xaneyên çikildanê de wergirên FSHyê hene. FSH bi wergiran ve girê dibe û ji xaneyên granuloza û xaneyên teka (bi înglîzî: theca cells) derdana êstrogen dest pê dike. Heke rêjeya êstrocenê di xwînê de pir zêde bibe, êstrocen bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana FSH û LH tê kêmkirin. Herwisa xaneyên granuloza hormona înhîbîn jî berhem dikin û der didin. Înhîbîn jî derdana FSH û LHyê dide kêmkirin, bi vî awayê derdana êstocenê jî tê kêmkirin[5]
Piraniya dermanên bo rêgirtina ducaniyê êstrocena destkarî (sentetîk) û progesterona destkarî lixwe digirin. Temenê nîvbûnê yê hormonên destkarî zêde ye. Ango hormonên destkarî ji bo demek dirêj di laş de çalak dimînin. Hebên van hormonan, bi paşragîhandina neyînî bandor li ser çerxa hêkdankê (bi înglîzî: ovarian cycle) dike. Dermanên rêgirê ducaniyê ji hîpotalamusê derdana hormonê derpirandinê didin rawestandin. Bi vî awayê ji hîpotalamusê derdana FSH û LHyê tê sekinandin.[11] Ji ber kêmasiya rêjeya FSHyê peresîna hêk û çikildanê têk diçe. Ji ber rêgirtina derdana Lhyê, çikildan naqelişe û hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) rû nade, xaneya hêkê çênabe.[11] Heke di cogên hêkê de xaneya hêkê tune be, sperm rastê xaneya hêkê nayê, pîtîn rû nade. Ango egera ducanmayînê namîne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.