From Wikipedia, the free encyclopedia
Çay navê vexwarineke navneteweyî ye û bi kelandina pelgên hişkkirî ya di avê de pêk tê. Li gorî cûreya pelgên gihaya çayê, tehm û rengê vexwarinê tê diguherî. Yek ji cûreyên çayê yên herî naskirî çaya reş e.
Jı bo amadekirina çayê gelek tarîf hene.
Li Kurdistanê û li gelek derên cîhanê çay bi metoda klasîk tê amadekkrin. Ev metod wiha kare bê tarîfkirin:
Berî her tiştî du çaydank tên amadekirin: yeka mezin ji bo kelandina avê, yeka biçûk jî ji bo tevlêdana pelgên hişk ên çayê. Di destpêkê de di çaydana mezin de av tê kelandin. Ji bo ku çaydan germ bibe, pêşî ava germ tê de tê çelqandin. Serê her qedehekî, kefçiyek ji pelgên çayê têxin çaydana biçûk û ava ku di çaydana mezin dikele têxin nav.
Metodeke din heye ku gava meriv bi rêya vê metodê çay amade bike, wê çaxê paqijkirina çayê siviktir e. Sedema vê yekê ev e ku pelgên çayê, berî hate kelandin, di tûrikên biçûk ên xetî an jî pembûyî porsyonkirî ye.
Tûrikê pembû yan jî yê fîltre ku tê de porsyonên çayê hene, di nav çaydaneke ava kelandî de tê xistin. Piştî 3-5 deqqe ew tûrikên cayê wê jê bên derxistin û ava çayê ya kelandî tê îkramkirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.