Rolex
şîrketa saetên swîsreyî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Rolex SA şîrketa saetên swîsreyî ye ku di sala 1905an de wek marqeya Wilsdorf û Davis ji aliyê kesên brîtanî Hans Wilsdorf û Alfred Davis ve li Londonê hatibû damezrandin. Marqe dû re wek Rolex SA hate guhertin û navenda şîrketê ber bi Jeneveyê, Swîsre ve hate barkirin.[1]
Rolex
| |
---|---|
Logoya Rolex | |
Dewlet | Swîsre |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Cihê damezrandinê | |
Cihê baregehê | |
Hj. karkeran | 9000 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Şîrketê di sala 1908an de Rolex wekî navê marqeya saetên xwe tomar kir û di sala 1915an de bû Rolex Watch Co. Ltd.[2][3][4][5] Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji ber aboriya nebaş a li Keyaniya Yekbûyî, şîrketê baregeha xwe ya xebatê bar kir Jenevê. Di sala 1920an de, Hans Wilsdorf Montres Rolex SA li Jenevê wekî navê şîrketa nû tomar kir (montre bi fransî tê wateya saeta destikê). Nav paşê hate kurtkirin û bû Rolex SA.[6][7]
Îro Rolex SA û şîrketa wê Montres Tudor SA di bin markayên Rolex û Tudor saetên destan dîzayn dikin, çêdikin, belav dikin û difiroşin.