Kurmancî
Zaravayê kurdî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurmancî, Kurdiya jorîn yan jî Kurdiya bakurî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye ku ji aliyê kurdan ve tê axaftin. Zaravayê kurmancî li herçar parçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axaftin û rêjeya zêde ya kurdan bi zaravayê kurmancî diaxivin. Kurmancî li henek deverên herêmên Kurdistanê bi navên cuda cuda hatiye binavkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê wekî şikakî û li Başurê Kurdistanê jî wek badînî hatiye binavkirin.
Ji bo maneyên din li Kurmancî (cudakirin) binêre.
Agahiyên Praktîk Kurdiya Kurmancî, Welatên lê tê axaftin ...
Kurmancî | ||
---|---|---|
Kurdiya Kurmancî | ||
Welatên lê tê axaftin | Kurdistan Tirkiye Îran Îraq Sûrî Ermenistan Gurcistan Azerbaycan Îsraêl Rûsya Ewropa DYA Awistralya | |
Herêm | Kurdistan Diyasporaya kurdan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 28-32m | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Şiklê kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên latînî, erebî û kîrîlî | |
Rewşa fermî | ||
Welatên lê zimanê fermî ye | Kurdistan Iraq Sûrî Rojava Ermenistan | |
Cihê lê zimanê kêmnetewe | Tirkiye Îran Azerbaycan | |
Sazkerên zimên | Îraniya berê | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | ku | |
ISO 639-2 | krd | |
ISO 639-3 | kmr | |
|
Bigre
Bi rengekî dinê jî, ji ber ku piraniya cografiya kurdan ji zaravayê kurmancî pêk tê, bi heman reng jî kurmancî bandoreke mezin heye li ser hemû kurdan û piraniya edeb û dîroka kurdan jî her bi vî zaravayî hatiye nivîsîn.[çavkanî hewce ye]