![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/9/95/%25C5%259Eivan%25C3%25A9_Kurmanca.jpg/640px-%25C5%259Eivan%25C3%25A9_Kurmanca.jpg&w=640&q=50)
Şivanê Kurmanca
Pirtûka Erebê Şemo / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şivanê Kurmanca an jî Şivanê Kurd , di dîroka wêjeya Kurdî de romanê yekemîn bi zimanê Kurdî ye. Ev roman ji aliyê Erebê Şemo hatiye nivîsandin.
Şivanê Kurmanca | |
![]() 1935 | |
Nivîskar | Erebê Şemo |
Şêwe | Roman |
Ziman | Kurdî |
Dîrok | 1929 |
Weşanxane | Neşra |
Rûpel | 384 |
biguhêre ![]() |
Roman bi alfabeya latînî ya Marogûlov - ya ku di 1929an de ji aliyê Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo ve hatibû amadekirin - di sala 1935an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Piştre ji bo zimanê rûsî hatiye wergerandin. Basil Nikitin di sala 1946an de ev pirtûk ji rûsî wergerandiye fransî û Nûredîn Zaza jî di 1947an de, ew ji fransî wergerandiye kurmancî. Di encama wergera wergera wergerê de, navê pirtûkê jî dibe Şivanê Kurd.[1] Roman di gulana 2009'a de bi navê xwe ê orîjînal Şivanê Kurmanca wek pirtûka weşanxaneya Lîsê ya 75em û wek pirtûka rêza Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ya 21em disa hete çap kirin.