Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.
Çiya Mazî ji sala 1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.
Di sala 1997an de, di pêşbazşiya çirokan a TUHAYDERê de xelata yekê, di sala 1997an de pêşbaziya çirokan a NÇMa (Navenda Çanda Mezopotamya) li Stenbolê bi çîroka "Agir jî dîl bû" xelata teşvikê, di sala 1999an de pêşbaziya NÇM ya çîrokan de jî bi çîroka "Mistek jiyan dixwazim" xelata yekem stendiye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.