From Wikipedia, the free encyclopedia
Romanî (bi romanî: rromani ćhib), zimanê xelkê romanî (cengene, mitrib, qereç[2][3]) e.
Zimanê romanî ji malbata zimanên îndogermanî ji şaxa sanskrît e. Nêzîkî zimanên hindî û ûrdû ye. Lê ji ber ku romanî piştî ku ji welatê xwe Hindistanê koçber bûne êdî ne xwedî welatek in, zimanê wan di bin zimanên ku welatên ew lê dijîn de gelek heliyaye, qels ketiye.
Romanî pirranî bi zimanên xwe yî zikmakî naaxivin. Li seranserî cîhanê belavbûne û bi zimanên cihên ku lê dijîn pirranî diaxivin. Li Tirkiyê herêmên Trakya, Stembol, Enqere, Edene, Bursa, Kayseri hwd gelek cihan gorî texmînan zêdetirî 3.500.000 romanî dijîn. Dîsa çiqas ji wan bi zimanên xwe yî zikmakî diaxivin nediyar e. Li Tirkiyê wekî tê zanîn, ji xeynî tirk û zimanê tirkî zanîngeh nikarin û naxwazin li ser gelên din lêkolînan bikin. Li Kurdistanê pirranî koçber dijîn û li zozanan û gundan digerin bazirganiyê dikin.
Kêm be jî li ser çand, huner û standartkirina zimanê romanî xebat hene û alfabeyeka latînî hatiye amadekirin. Heger li Tirkiyê nasnameya romaniyan were pejirandin û naskirin wê ji bo paşeroja zimên başî be. Lewra pirraniya romaniyan li Tirkiyê dijîn.[çavkanî hewce ye]
Hejmar/Ziman | Romanî | Domarî | Lomavren | Sanskrît | Hindî | Kurdî (kurmancî) |
Zazakî |
---|---|---|---|---|---|---|---|
1 | ekh, jekh | yika | yak, yek | éka | ek | yek, êk | yew |
2 | duj | dī | lui | dvá | do | du | dı |
3 | trin | tærən | tərin | trí | tīn | sê | hirê |
4 | štar | štar | išdör | catvā́raḥ | cār | çar, çuwar | çehar |
5 | pandž | pandž | pendž | páñca | pā̃c | pênc | phanc |
6 | šov | šaš | šeš | ṣáṭ | chah | şeş | şeş |
7 | ifta | xaut | haft | saptá | sāt | heft | hewt |
8 | oxto | xaišt | hašt | aṣṭá | āṭh | heşt | heşt |
9 | inja | na | nu | náva | nau | neh | new |
10 | deš | des | las | dáśa | das | deh | des |
20 | biš | wīs | vist | viṃśatí | bīs | bîst | vist |
100 | šel | saj | saj | śatá | sau | sed | se |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.