From Wikipedia, the free encyclopedia
Zimanê gîlekî (bi farisî: گیلکی، گیلی, lat. gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin. Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.
Gîlekî | ||
---|---|---|
گیلکی Giləki | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran | |
Herêm | Gîlan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 2-4 milyon | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Sîstema nivîsê | Tîpên erebî | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | glk |
Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, Gîlekiya rojhilat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê rojava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.
Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farisî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farisî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.
Gîlekî | Kurmancî | Kirmanckî/Zazakî | |
---|---|---|---|
zay/zak | zarok | doman, qîj | |
ĵor | jor | cor | |
kîĵa/kilka | keç, kîj | kêna,çêna | |
daar | dar | dar | |
bûşû | biçe (here), biço | so, şo | |
purd | pir, pird | pird | |
zama | zava, zama | zama | |
çê gûdin | çêkirin | pêrotene, viraştene | |
xûr | ewr, hewr | ||
kîlîk (gîlekiya kevnar) | kûleke | ||
rîka | role (xortê/a biçûk) | xortî, gencî | |
jeqele | çikole | ||
rûja (stêrk) | roj | roz/roc, tîj | |
dîm | demûçew, devûçev, dirûv | rêçe |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.