From Wikipedia, the free encyclopedia
Zêrevanî, hêza parastina herêma Kurdistan yan jî polîsên parêzvanên herêma Kurdistanê ne.
Li gorî malpera xwe, zêrevanî pêkhatiye ji wan kesên dilsoz û giyan li ser dest yên pêşmergên Kurdistanê ku bi salên dûr û dirêj ji bo gehandina armanca gelê Kurdistan xebat û têkoşîn kiriye we bûne egerê destveînana destkeftên îro yên gelê kurd û têkdan û roxandina rijêma diktatora faşista BAAS û Seddam di Îraqê da û bûne egerê avakirina sîstemek û civakekê modêrn û dîmokratîk li Îraqeka fîderal.
Piştî roxandina rijêma Îraqê û derkeftina yasaya Îraqê ya berwext ya leşkirî xaleka giring têda hate diyarkirin ew jî ew bu ku hikumeta herêma Kurdistan ew bi xo dê parastina xo ket, lewma piştî rezamendiya hêzên hevpeymanan ku hêzên dagîrkerên Îraqê bûne û piştî rewayetiya xo ji biryara (1453) ya civata nav netewî wergirt ku li 8 Gulana 2003 derçûbu û piştî rezamendiya civata berwext ya Îraqa fideral, hikumeta herêma Kurdistanê biryar da supayekî avabiken bi hijmara (21 , 000) bîst û yek hizar pêşmerga ku ev hêze bişêtin ji dervey şiyanên polîsa û silahiyatên wan û bi taybetî jî ji dervey bajêra karê xo encam biden. Herwesa ji bo parastina jîngehê jî leşkirek hate amadekirin bi hijmara 500 pêşmerga.
Pêkînana ewlekarî wasayşa herêma Kurdistanê û parastina sîstemê civakî. Ev hêze hêzeka leşkirî û çekdar e girêday hikumeta herêma Kurdistanî ye, ji bo ewlekarî û asayişê ferman û rênimayên xo ji wezareta nafxûya hikumeta herêma Kurdistanê û ji bo erkên xwiyên leşkirî jî fermanên xo ji Fermandiya Leşkirê Kurdistan distînît.
Pêk têt ji fermandiya supayê zêrevaniyê, baregayê wê li paytexta herêma Kurdistanê ye û rastexo girêday wezareta nafxoya hikumeta herêma Kurdistanê ye, fermandiyê supayê zêrevaniyê endame li gel Fermandeya Leşkirê Kurdistanê. Herwesa baregayê fermandiya supayê zêrevaniyê pêkhatiye ji çend beşên girêday baregayê fermandiya supayê zêrevaniyê û leşkir û hêz û betalîyona belavin li ser parêzga û şar û şaruçka li dîf karê pê tête raspardin, kar û erkê xo dibînin.
Yekem: Ewlekarî û asayiş:
Duwem: Erkê leşkirî: Li herêma Kurdistanê da ji bo hemî fermanên ji fermandiya leşkirê Kurdistanê derdikevin amade ye pêk bînin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.