Matematîknasê fars From Wikipedia, the free encyclopedia
Xwarezmî an jî Ebû Ebdullah Muhemmed bin Mûsa Xwarezmî (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن موسى الخوارزمي, lat. Abū ʿAbdallāh Muḥammad bin Mūsā al-Khwārizmī; z. dora 780 - m. dora 835 (?) ta 850) stêrnas, matematîknas û erdnîgarînasekî faris e ku navê beşa matematîkê "Algorîtma" ji navê wî hatiye afirandin.
Xwarezmî - الخوارزمي | |
---|---|
Navê rastî | Ebû Ebdullah Muhemmed bin Mûsa Xwarezmî |
Jidayikbûn | 780 |
Mirin | 835-850 Bexda, Iraq |
Esil | Fars |
Bernav | Xwarezmî |
Perwerde | Medrese |
Pîşe | Stêrnasî, matematîk û erdnîgarî |
Salên çalak | Sedsala 9an |
Serdem | Serdema zêrîn a îslamê |
Xebat | •Algorîtmayê dît, •0 (x)'ê herî pêşîn wî xebitand |
Bandorbar | Betlemyûs |
Bandorker | Ebû Kamil Şuca |
Dîn | Îslam |
Zarok | Ehmed, Muhemmed, Hesen |
biguhêre |
Dema jidayikbûna wî ne vebirî ye. Lê texmînî ew di salên dora 780an de li Xwarezmê (îroj bajarê Xiva li Ûzbêkistanê) hatiye dinê û di salên dora 850an de jî çûye rihmetê. Ew nêzî temamiyê jiyana xwe li paytexta Ebasî ya Bexdayê derbaz dike. Ew bi taybetî, di navbera salên 813 û 833an de, wexta ko di medreseya xelîfe Me'mûn ya Mala Hîkmetê an jî Beyt el-Hikme de çalak bû û berhemên xwe bi piranî di wê wextê de nivisîbûn. Dîroknasê erebî et-Teberî wî wek zerdeştî dida zanîn; lê li gorî berhema xwe ya bingehîn, el-Cebr jî wek misilman xuye dibe.
Ew yek ji matematîknasên herî mezin ê ko bi xebatên xwe yên ser arîtmetîk û cebîrê têye zanîn.
Di berhema xwe ya bi navê Pirtûka puxteyê li ser hesaba cebîr û beramberiyê (bi erebî: el-Kitab el-muxteser fî hisab el-cebr we'l-muqabele) sala 825an de ew hesabê bi hejmarên dehanî pêşve dixe û sifrê ji Hindistanê têdixe hesaba erebî û hejmarên modern dike. Ev berhema Xwarezmî di 1145an de bi navê Liber algebrae et almucabala ji aliyê wergerê îngilîzî Robert Chester (navê wî bi latînî Robertus Castrensis bû) ve tê wergerandin zimanê latînî. Orîjînalê wê pirtûkê winda bûye û îroj encax wergerên xwe yên kewn ên latînî mane.
Dîsa ew di pirtûka xwe ya el-Kitab el-muxteser fî hisab el-cebr we'l-muqabele de li ser mentiqê û arîtmetîkê dişuxule û hevkêşeyên lîner (wek ax+c=0) û hevkêşeyên kuadratîk an çarkunc (wek ax²+bx+c=0) dixebite.
Bi daxwaza xelîfe re ew li ser astronomî dişuxule û astronomiya Betlemyûs (Ptolemaios) şirove dike. Wî berhemeke bi navê Pirtûka rûyê erdê (Kitab sûret el-erz) a ko wek nexşeya dinê bû, berhev kiribû. Ew bi hin berhemên xwe li ser Salnameya Julien (Risala fî istixrac terîx el-yahûd), salnameyên bi gelemperî (Kitab et-terîx) û li ser hesabkirina saetên rojê (Kitab er-ruxame) jî xebitîbû. Ew li ser trîgonometriyê jî şuxuliye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.