Gundekî Kerborana Mêrdînê From Wikipedia, the free encyclopedia
Xelîla an ji Xelîlan (bi tirkî: Kılavuz) di nav gundên navçeya Kerboranê de gundê herî mezin e. Dîse di herêmê de yê ku bêhtir xwendevanên wê hene Xelîla ye.[çavkanî hewce ye] Dikeve başûrê rojhilata Kerboranê, ji Kerboran 8 km dûr e.
Xelîla Kılavuz | |
Xelîla | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Kerboran |
Demografî | |
Gelhe (2022) | 2.164 kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°28′48″Bk 41°46′59″Rh |
Bilindayî | 840 m |
Koda postayê | 47750 |
Koda telefonê | (+90) 482 385 |
Di sala 1994an de bû Şaredarî dûvre 2014 de ku Mêrdîn bû şaredara bajarê mezin gundê Xelîla bû taxek ji yên Kerboran.
Xelîla di perwerdehiya olî de berê bi navdar bû.[çavkanî hewce ye] Xelîlî bi mirovatiya xwe ve jî bi nav û deng in.[çavkanî hewce ye] Li gorî gotinên bav û kalan ê ku gund avakirine, navê wî Xelîl e. Ew jî kurê Ereb e. Bavikê Xelîla jî evin: Budaxkî, Aydokî, Şêlîlkî, Aslankî, Sînkî, Hûrikî û Mehmedereşkî di nav van bavikan de yê herî mezin Budaxkî ne.
Di wextê berê de gelek xwendavan jê rabûne, mela û alimên wê li gelek deran belav bûne.[çavkanî hewce ye]
Li derdora gund Qelha Qelatun, Semalka, Qavle Emetrun, Ançka, Şatira, Pîrê Mirada, Şeh Hesen, Zerete cihên dîrokî hene.
Gund ev sê serdem in ku bi şaredarî ye. Riyên wê asfalt in.
Sal | 1990 | 2000 | 2007 | 2008 | 2009 | 2010 | 2011 | 2012 | 2013 | 2014 | 2015 |
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Gelhe | 2.605 | 2.484 | 2.812 | 2.639 | 2.407 | 2.420 | 2.376 | 2.356 | 2.319 | 2.333 | 2.303 |
Sal | 2016 | 2017 | 2018 | 2019 | 2020 | 2021 | 2022 |
---|---|---|---|---|---|---|---|
Gelhe | 2.278 | 2.230 | 2.284 | 2.229 | 2.218 | 2.176 | 2.164 |
Ji ber problemên teknîkî grafîk ne berdest in. Ji bo zêdetir agahiyan binêrin Phabricator û MediaWiki.org. |
Melê Ahmed - Yek ji Serokên Şaredariya Kerboran. Ji gundê Xelîla ye.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.