Wîkîpediya (bi inglîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke pirzimanî ya azad e ku ji aliyê civakek dilxwazê wîkîpediyayê ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediya di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin û herî zêde ye ku li çar aliyên cihanê tê xwendin.[1] Wikipedia di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin e û ensîklopediya herî zêde ye ku tê xwendin û bi domdarî di nav deh malperên herî zêde deye ku tê ziyaretkirin ku di tîrmeha sala 2024an de ji aliyê Semrush ve di rêza pêncemîn de û ji hêla Similarweb ve di rêza heftemîn de cih girtiye.[2] Wîkîpediya ji hêla Weqfa Wîkîmedyayê ku rêxistineke ne-qezenc a amerîkî ye tê birêvebirin ku bi piranî ji hêla bexşan ve tê fînansekirin.

Agahiyên Praktîk Malper, Ziman ...
Wîkîpediya
Thumb
Thumb

Malper    wikipedia.org
Ziman Bi 304 zimanan
Avabûn 15ê kanûna paşîn a 2001ê
Bi kurdî: 7ê kanûna paşîn a 2004an
Xwedî Weqfa Wikimedia
Dirûşm Ensîklopediya azad
biguhêreBelge
Bigre

Wîkîpediya projeyeke navneteweyî ku niha bi 304 zimanan cihanê têne nivîsandin. Li gorî daneyên sala 2024an Wîkîpediyaya kurdî li gorî zêdebûna gotaran di nav lîsteya sed wîkîpediyayên cîhanê de ye û di rêza 84an de cih digire. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û naverokan li gotaran zêde bike. Her çiqas ji bo bikarhênerekê çalak nav û profîla wî/wê ya ji bo xebatan mihûm be jî lê ji bo guhertina xweqeydkirin li wîkîpediyayê ne pêwîst e. Zêdekirin naverokên gotaran û nivîsandina gotaran bi şêwazek fermî û bi zimanek bêalî têne nivîsandin.

Wîkîpediyaya herî mezin wîkîpediya îngilîzî ye ku tê de ji 6.904.375î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.

Logoya Wîkîpediyayê dinyayeke ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.

Wîkîpediyaya kurdî

 Gotara bingehîn: Wîkîpediyaya kurdî

Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku yekem ensîklopediya bi zimanê kurdî ye ku cara yekemîn e li ser înternetê de ensîklopediyeke bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hatiye destpêkirin. Li Wîkîpediyaya kurdî ki ji aliyê bikarhênerên çalakên Wîkîpediya kurdî her ku diçe pêşve diçe ku heya niha 84.086 gotarên bi kurdî hatiye nivîsandin.[3]

Dîrok

Wîkîpediya cara yekem di 15 çileya sala 2001ê de ji aliyê Weqfa Wîkîmedyayê bi zimanê îngilîzî hatiye destpêkirin.

Lîsans

Naveroka Wîkîpediyayê di bin Lîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License)de tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayê naveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navê MediaWikinivîsbariya azad e.

Çavkanî

Girêdanên derve

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.