From Wikipedia, the free encyclopedia
Voice of America (VOA) (kurdî: Dengê Amerîkayê an jî Dengî Emerîka) radyoya fermî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Dengê Amerîkayê ji yek navdartirîn radyoyên navneteweyî ye.
Voice of America | |
---|---|
Logoya Voice of America | |
Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Ziman | Kurdî û bi gelek zimanên din |
Dema avabûnê | |
Cihê baregehê | |
Cihê weşandinê | Washington |
Xelat | |
Hj. karkeran | 961 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dengê Amerîkayê, di sala 1942an ava bû. Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê radyoyeka kurdî ye ku girêdayî Dengê Amerîkayê ye.[çavkanî hewce ye]
Pişka Kurdî di roja 25a nîsana 1992an de hat damezirandin, piştî şerê kendavê yê yekê û bizaveka zora Kongireya Neteweyî ya Kurd li Bakora Amerîka bi taybetî Dr. Necmedîn Kerîm, Prof. Es’ed Xeylanî û balyoz Peter Galbraith, ku li wî demê şîretvanê Desteya Têkeliyêt Derve ya Sîneta Amerîkî bu. Li destpêkê, Pişka Kurdî pênc karmend hebun.
Li 25ê nîsana 1992ê heta heyva 6 sala 1992 bernamêt Pişka Kurdî bi tinê 15 xolek bu. Piştî hingî, bernamêt Kurdî bu nîv saetî hatin zêde kirn û jimara karmenda bune 9. Piştî heyva 11 sala 1992, bernamêt Pişka Kurdî bune yek saet û jimara karmenda bune 11. Li heyva 1 sala 2003, bernamêt Kurdî bune çar saet û jimara karmenda bune 22. Li heyva 4 sala 2007, 27 karmend li Pişka Kurdî kar diken.
Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Bexda, Mûsil, Dihok, Berlîn, Stokholm. Pişka Kurdî herwesa peyamhinêr hebûn li Brîtanya, Tirkye û Îran.
Rêveberên Pişka Kurdî | |
---|---|
Salih Necim Hesen | 1992 heta 1994 |
Mary Patson | 1994 heta 1997 |
Reyçil Aytiçz | 1997 heta 2000 |
Homer Dizeyî | 2000 heta 2005 |
Homer Şêxmûs | 2005 heta 2007 |
Fexriye Doskî | 2007 heta nuha |
Salih Necim Hesen 1992 heta 1994 Michael L. Chyet 1995 heta 1997 Reyçil Aytiçz 1997 heta 2000 Homer Şêxmûs 2000 heta 2005
Serok Sernivîs Sernivîs, roj-bername
Pişka Kurdî ser bi Kerta Rojhelata Nizîk û Asya Naveraste li Dengê Amerîkayê Kerta Rojhelata Nizîk û Asyaya Naveraste van pişkan bi xweve digire:
Lê li destpêkê, Pişka Kurdî ser bi Pişka Erebî bu, paşî bu pişkek li Kerta Asya Jûrî. Bu pêzanîna liser pêkhata rêveberiya Dengê Amerîka, seredana malpera Dengê Amerîkayê bike.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.